Heyva Sor numareyên rewşa awarte diyar kirin

Heyva Sor a Kurd numareyên rewşa awarte ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin.

Heyva Sor numareyên rewşa awarte diyar kirin
6 sibat, 2023   12:48
QAMIŞLO

Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd ji bo erdheja ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rû daye, li ser malpera xwe ya fermî numareyên rewşa awarte weşandin.

Numareyên ku hatine diyarkirin, wiha ne:

  • 0932125933
  • 0949356870
  • 0935288541
  • 0968770447 (ev numare ya Watsappê ye)

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kiribû ku heta niha ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes birîndar bûne.

Li deverên ku erdhej lê çêbûye, şênî li kolanan dimînin da ku xwe ji erdhejên peyhate biparêzin.

ANHA