Meşa ber bi Îmraliyê ve ji ber erdhejê hat betalkirin

Li Bakûrê Kurdistanê meşa ku dê îro bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji Geverê û Qoserê ber bi Îmraliyê ve hatiba destpêkirin, ji ber erdhejê hat betalkirin.

Meşa ber bi Îmraliyê ve ji ber erdhejê hat betalkirin
6 sibat, 2023   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meş ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) hatibû organîzekirin.

Meşa ku bi dirûşmeya, "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" hatibû birêxistinkirin, wê îro (6 Sibat 2023) ji navçeya Gever a Colemêrgê, û navçeya Qoser a Mêrdînê destpê bikira.

Lê ji ber erdheja mezin a li Bazarcix û Dîlokê çêbûye, meş hat betalkirin. Meşvanên ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Geverê kom bûn, ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir.