​​​​​​​Di têkoşîna dijî komployê de rola jinê hat gotubêjkirin

Di panela ku bi minasebeta salvegera komploya 15'ê Sibatê hat lidarxistin de, rola jinê ya di têkoşîna dijî komployê de hat nirxandin.

​​​​​​​Di têkoşîna dijî komployê de rola jinê hat gotubêjkirin
5 sibat, 2023   11:26
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan, bi minasebeta salvegera komploya 15'ê Sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan û têkildarî girîngiya têkoşîna dijî komployê û rola jinê panelek lidar xist.

Panel bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li avahiya PYD`ê ya li Qamişlo hat pêkanîn û bi dehan jinên  endamên Meclisa Malbata Şehîdan, Kongra Star, PYD û saziyên sivîl beşdar bûn.

Di panela ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser komployê bi zimanê Erebî, li ser têkoşîna dijî komployê jî, bi zimanê Kurdî axaftin hatin kirin.

Endama Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan Cewher Osman li ser komployê bi zimanê Erebî axivî û bibîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan  24 salin di tecrîdek girankirî de ye, 22 mehin jî, qet destur nayê dayîn ku parêz û malbat pê re hevdîtinê çêbikin.

Cewher Osman destnîşan kir ku tecrîd û komplo sûcên dijî mirovahiyê ne, lewma divê têkoşîna dijî wan were bilindkirin.

Piştî axaftinê beşdarên panelê jî nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ku tecrîd û komplo dijî projeya netewa demokratîk in.

Di beşa duyem a panelê de li ser rola jinê ya di têkoşîna dijî komployê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin. Di vê beşê de Endama Kordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û bal kişand ser girîngiya ku Rêber Ocalan di nava civakê de daye jinê. Remziye Mihemed anî ziman ku eger jin hêza xwe zanibe, dikare ji tunebûnê hebûnê ava bike û têkoşîna azadiyê biser bixe. Remziyeyê diyar kir ku jin dikarin dijî komployê jî rolek baştir bilîzin û bi têkoşîna xwe azadiya fizikî ya Rêber Ocalan pêk bînin.  

Beşdaran di vê beşê de jî mafê axaftinê girt û diyar kirin ku divê têkoşîna ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan were bilindkirin, jin jî rolek sereke bilîzin.

(zş/a)

ANHA