​​​​​​​Li Selahadînê ji ber teqîna mayînekê zarokek jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn

Hate ragihandin ku li bajarokê Îshaq yê parêzgeha Selahedîn mayînek teqiya. Di encama teqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûne.

​​​​​​​Li Selahadînê ji ber teqîna mayînekê zarokek jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn
5 sibat, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê, ji beriya demek kurt li bajarokê Îshaq yê parêzgeha Selaheddîn mayînek berê ya çeteyên DAIŞʹê bi zarokan ve teqiya.

Hate ragihandin di encama teqînê de  ji malbatekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bû bûn.