​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê bênavber dewam dike

Tevî hemû zext û êrişên dewleta Îranê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê bênavber dewam dike
5 sibat, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve destpêkirî, duh 141 roj li pey xwe hişt. Ji bo dawî anîna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din yên civakê yên ku piştgiriyê didin xwepêşandanan dike.

Duh li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyan li cihê qetilkirina Muhsîn Qeyserî ku yek ji xwepêşanderên hatibûn qetilkirine, gul danîn.

Li gor hin dîmenên hatin parvekirin, li hin taxên bajarê Sine ciwanan li ser cadeyan bi pêxistina agir û dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî dewleta Îranê nîşandan.

Li bajarê Bane jî gelek mamosteyan bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji bo hempîşeyên xwe yên li Seqiz, Dîwandere, Merîwan û Sine ku ji ber daxwaza mafên xwe kiribûn ji kar hatibûn dûrxistin, nîşandan.

Li ser asta Îranê jî nerazîbûn bi rengên cûda berdewam in. Her wiha xemsariya desthilatê ya li beramberî mexdurên erdheja bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji mijarên din ên nerazîbûna ye.

Di vê çarçoveyê de hinek girtiyên siyasî li girtîgeha Evîn ya Tehranê xemsariya rejimê ya li beramberî mexdurên erhejê şermezarkirin û bang alikariya bi mexduran re li gel kirin.