Êrişên Ehrar El Şam û bazarên Enqere-Şamê

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) di êrişên duh ên çeteyên Tehrîr El Şam (Berê Cebehet El Nusra bû)  ên li ser nuqeteyên hikûmeta Şamê de, ji herdu aliyan  13 kes hatin kuştin. Balkêş e ku ev êriş li gel nêzîkbûna Enqere-Şamê pêk hatine.

Êrişên Ehrar El Şam û bazarên Enqere-Şamê
5 sibat, 2023   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) duh eşkere kiribû ku çeteyên koma bi navê Lîwa Osman Bin Efan a girêdayî Heyet Tehrîr El Şam êrişî nuqteyek hêzên hikûmeta Şamê ya li Cebel El Ekrad (Çiyayê Kurd) kir.

Êrişa Heyet Tehrîr ElŞam di demeke balkêş de pêk hat. Li gorî lihevkirina dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê, herdu hêzan li bakurê rêya Heleb-Laziqiyeyê noqteyek hevpar ava kirin. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de ji noqeteya xwe ya li  bajaroka Qeston a li rojavayê Hemayê, amûrên leşkerî dibirin noqteya hevpar. Êrişa çeteyan jî di vê demê de pêk hat. 

Li gorî SOHT, di êriş û pevçûnan de 6 çete û 7 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

NÊZÎKBÛNA ENQERE-ŞAM Û ÊRIŞ 

Çavdêrên siyasî dibêjin ku çeteyên Tehrîr El Şam bêyî fermana îstixbaata Tirk a dagirker ti êrişan pêk nayinin. Her wiha balê dikişînin ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan zextên li ser Şamê zêdetir bike û bi vê yekê tawîzên zêdetir bigire.

Tê gotin ku nakokiyên di navbera Eqnere û Şamê de gelek in, lewma dan û stendinên di navbera wan de jî kêm bûne û veneguherîne pêwendiyên siyasî. Li gorî çavdêran, li devera gundewarên Idlibê vekirina rêya M4 a navneteweyî, dîsa rewşa bi dehan komên çete yên girêdayî dewleta Tirk  ku Şam û Rûsya dixwazin dawiya wan bê anîn, çend nakokiyên girîng ên ku nahêlin herdu alî lihev werin. Eger ev nakokî ji holê rabin, wê destê Tirkiyeyê yê bazara li ser axa Sûriyeyê sivik bibe.

(zh/a)