Li Bexdayê daxwaza qanûneke taybet li dijî tundiya li ser jinan hat kirin

Çalakvanên mafên jinan û malbatê li Bexdayê çalakiyek li dar xist û ji Meclisa Dadwerî ya Iraqê xwestin li dijî şideta li ser jin û malbatê qanûneke taybet were derxistin.

Li Bexdayê daxwaza qanûneke taybet li dijî tundiya li ser jinan hat kirin
5 sibat, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, vê sibehê bi dehan çalakvanên mafên jinan li ber avahiya Meclisa Dadwerî ya Iraqê çalakiyek li dar xist. Hat gotin çalakvanan daxwaz ji Meclisa Dadwerî ya Iraqê kirin ku qanûneke taybet ji bo rûbirûbûna şideta nava malbat û jinê derxe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha li Iraqê ti yasayek taybet ji bo rûbirûbûna şideta nava malbatê nine da ku di her bûyerek şidet yan jî desdirêjiyê de ferdên malbatê li gor yasayê werin parastin.

Ev çalakî piştî qetilkirina boggera iraqî ya bi navê Teybe El Elî ji aliyê bavê xwe ve pêk hat. Hate gotin piştre bavê wê xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.