ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2023
3 sibat, 2023   23:00

-Parêzer Xalid Omer û Mistefa Muslim da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca astengkirina biryara DMMEʹyê ya pêkanîna mafê hêviyê "cezayên dîspîlînê" li rêber Ocalan biriye. Parêzeran destnîşan kir ku CPT'yê ne serbixwe ye.

-Navenda Kooperatîfan a Efrîn û Şehbayê bi rêya pêkanîna sîstema kooperatîfan hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne û li hember dorpêça hikumeta Şam bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Minbic û Dêrazorê dewam dike. Şênî bi girseyî tev li vê hemleyê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî diyar kir ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hewldanên hêzên herêmî û derve re zêde bûye û êrişên dawî jî encama vê yekê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Piştî êrişa li ser balyozxaneya Baku ya li Tehranê ku di encamê de serokê saziya îstîxbarata ewlehiyê ya balyozxaneyê Orxan Escaorûf hat kuştin û du kesên din birîndar bûn, aloziya dîplomasî ya di navbera Azerbaycan û Îranê de zêdetir bû.

ANHA