Li Hesekê bazirganekî hişbirê hat girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê bazirganekî madeyên hişbirê li Hesekê girt.

Li Hesekê bazirganekî hişbirê hat girtin
4 sibat, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn weşandiye, 24ʹê Çileyê bazirganekî madeyên hişbirê ji aliyê Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê ve li Hesekê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê madeyên ku li gel bazirgan hatine desteserkirin ev in: Hezar û 346 hebên Captagon, 129 gram heşîş, 20 hebên Biogabalin 150, 18 hebên Inditro, 60 hebên Faustin, 500 dolarên sexte, nîv gram Crystal, 2 hebên Tramadol.

Li gorî daxuyaniyê bazirganê hişbirê sewqî dadgeriyê hatiye kirin.

(zh)