Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk hebûna xwe ya li Sûriyeyê xurt dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da hebûna dewleta Tirk a dagirker a li Sûriyeyê, rewşa Başûrê Kurdistanê û aloziya diravî ya li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk hebûna xwe ya li Sûriyeyê xurt dike
4 sibat, 2023   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹ49 BAREGEH HEBÛNA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ XURT DIKINʹ

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê nivîsî. Di nivîsê de tê gotin: "Li gorî daneyan, diyar e ku Tirkiye bi belavkirina bi kêmanî 10 hezar leşkeran li dehan baregeh û nuqteyên leşkerî hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê xurt dike.

Li gorî rapora Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya duh weşandiye, li herêmên kêmkirina şer ên bakurê Sûriyeyê niha 7 tûgayên leşkerî yên hêzên Tirk hene. Ev tûgay li 49 baregehên sereke belav in: 13 baregeh li gundewarên rojavayê Helebê, 30 baregeh li gundewarên Idlibê hene (11 rojhilat, 13 başûr, 6 nuqte li rojavayê Idlibê), 3 baregeh li gundewarên Hemayê û 3 li gundewarên Laziqiyê hene.

Bi dehan nuqteyên leşkerî bi van baregehan ve girêdayî ne ku desteka lojîstîk ji hêzên Tirk re peyda dikin. Her tûgayek ji hezar û 500 leşkeran pêk tê anku hejmara giştî ya hêzên Tirk li wan herêman digihêje 10 hezar û 800 leşkeran.

Nuqteyên Tirkan ên li herêmên kêmkirina şer ên bakurê rojavayê Sûriyeyê piştî peymana Tirkiye-Rûsyayê ya sala 2017ʹan a di çarçoveya dan û standinên Astanayê de hatin çêkirin.

Li gel şêwirên domdar ên bi Rûsyayê re û destpêkirina dan û standinên normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re yên bi navbeynkariya Rûsyayê re, guhertin di nexşeya belavbûna hêzên Tirk de çêbûn."

ʹBOYKOTKIRIN GEFAN LI HILBIJARTINÊN KURDISTANA IRAQÊ DIXWEʹ

Rojnameya El Ereb behsa hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê kir. Di nivîsê de tê gotin: "Piraniya hêzên siyasî yên Kurd li ser girîngiya ku îsal hilbijartinên li herêma Kurdistanê werin lidarxistin, li hev dikin, lê der barê şertên pêkanîna van hilbijartinên paşdexistî de nakokî hene.

Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hejmarek hêzên kurdî bi israr in ku beriya diyarkirina dema hilbijartinan lihevkirin, bi tayet ên der barê lîsteya namzetan de pêk werin. Li Partiya Demokrat a Kurdistanê jî tawan hene ku hejmara namzetên xwe li herêmên di bin serweriya xwe de zêde dike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî di parlamentoya niha de xwediyê piraniya dengan e. Tevî vê yekê helwesta xwe der barê nûjenkirina lîsteya namzetan de eşkere nekiriye, lê diyar e ku ji vê mijarê dilxweş e, ev jî gumanên li ser tawanên li dijî wê xurt dike.

Çavkaniyên nêzî Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê eşkere kir ku lîsteya namzetên li herêma Kurdistanê ji 700 hezar dengan pêk tê, ku ji lîsteya namzetan a li Iraqê zêdetir e. Her wiha diyar kir ku lîsteyên namzetan ji 900 hezar dengên dubare û koçber û yên mirî pêk tê. Çavkaniyan anîn ziman ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bi bikaranîna dengan di guhertina hevsengiya parlamento û hikumetê de ji bo berjewendiyên xwe, bi ser ket.

Çavkaniyan da zanîn ku partiya Barzanî bi hezaran navên Kurdên li Sûriyeyê xistine lîsteya komseriya hilbijartinên herêmê ya di bin serweriya malbata Barzanî de.

Koordînatorê Odeya Qanûnî ya Tevgera Guhertin Coman Mihemed ji El Ereb re got li parêzgehên Hewlêr û Dihokê, cudahiyeke mezin di navbera lîsteya namzetan a girêdayî herêmê û amarên hikumeta navendî de heye. Ev cudahî ji texmînên zanistî û mentiqî zêdetir e. Ji ber ku tenê li her du parêzgehan nêzî 677 hezar hilbijêr hene.

Nakokiyên li ser pêkanîna hilbijartinan li herêma ne tenê girêdayî lîsteyan e. Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku ev ji demekê ve bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re di nava nakokiyên siyasî de ye, dixwaze qanûna hilbijartinên li herêmê were guhertin û Desteya Bilind a Hilbijartinan ji nû ve were aktîfkirin.

Çavdêran destnîşan kirin ku negihiştina lihevkirinekê li ser hilbijartinan dê herêmê ber bi aloziyeke xeternak ve bibe, nemaze ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê de nakokî hene û tu asoyên çareseriyê nexuya ne.ʹʹ

ʹLI LUBNANÊ ALOZIYA ABORÎ DIDOMEʹ

Têkildarî aloziya Lubnanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Li gel aloziyên ku mîna wê di dîrokê de çênebûne, Lubnan bi fermî serdema 1507ʹan a nixê fermî yê dolar li bankan derbas kir û derbasî pêvajoya 15 hezar lîreyan bû, anku ji 30 salan ve careke yekemîn e ku ji sedî 90 kêm bûye.

Li sûkên reş, nirxê dolar 64 hezar derbas kir û buhayê madeyan bi dolar e. Di demekê de ku pergala serwer tune ye ku hesab bipirse û tu planên çareseriyê tune ne, dibe ku xwepêşandan werin lidarxistin. "

(bb)

ANHA