Li Şehbayê pergala kooperatîfan tê geşkirin

Navenda Kooperatîfan a Efrîn û Şehbayê bi rêya pêkanîna sîstema kooperatîfan hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne û li hember dorpêça hikumeta Şam bisekine.

Li Şehbayê pergala kooperatîfan tê geşkirin
4 sibat, 2023   04:34
ŞEHBA-GELHAT ANDOK

Li gel dorpêça li ser Şehbayê ya ji hêla hikumeta Şamê ve û weke gaveke destpêkê, Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di destpêka Çileyê de Navenda Kooperatîfan a Efrîn û Şehba ava kir. Desteyê bi hewla pêşxistina rewşa aborî, pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û sekna li hember dorpêça hikumeta Şamê ew navend vekir.

Navend hewl dide welatiyan bi rêxistin bike, bingeh û rêgezên xebata komînal dayne, li ser hevpeymanan bixebite, komîteyên çavdêriyê ava bike û destekê bide malbatên xizan.

MEKANÎZMAYA NAVENDA KOOPERATÎFAN

Desteya Çandiniyê li kantonê 2 hezar û 100 hektar zeviyên çandiniyê radestî kooperatîfê kirin. Her wiha hezar û 700 li malbatên koçber ên ji Efrînê hatine belav kirin. Li gorî navendê, ji her malbatekê re hektar an jî hektar û nîvek derdikeve. Zeviyên çandiniyê li gorî rûberên wê li malbatan tên belavkirin.

Li gorî lêkolîna ku navendê pêk aniye, hejmara projeyên çandiniyê 225 e. Ji wan 175 proje pêk tên, lê 50 projeyan hîna dest pê nekiriye. Li gorî navendê hezar û 300 malbatên koçberên Efrînê ji van projeyan sûdê werdigirin.

200 ton genim, ceh, nîsk, sile, kemûn, gijnîj, reşreşk û 40 ton semadê zivistanê û 50 ton semadê biharê û 100 darên zeytûn û fistiqên helebî hatine veqetandin û dê li gorî pêdivî û demê werin belavkirin.

TEŞWÎQKIRINA ÇANDINIYÊ

Berdevkê Navenda Kooperatîfan Yehya Hesen Mihemed da zanîn ku di destpêkê de metirsî li ser çandina zeviyan, ji bo kesên hevpeyman îmze kirine, heye. Ew yek jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê ye. Lê belê însiyatîfa ku navendê pêk aniye û zevî çandine, çandinî teşwîq kir. Mihemed got rûbera ku bêyî çandinî maye, dê li gorî axa wê û pêdiviyê were çandin.

Mihemed diyar kir ku projeyên ku navend hewl dide pêk bîne, ji bo xizmeta welatiyan in û her wiha ji bo sivikkirina azarên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û dorpêça li ser herêmê ye.

Mihemed eşkere kir ku damezirandina Navenda Kooperatîfan gavek ji gavên berxwedan û têkoşînê yên li dijî siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê ya li dijî koçberên Efrînê ye.

Navend hewl dide projeyan zêde bike. Tê payîn projeyên pîşesaziyê û yên girêdayî sewalvaniyê jî di demên pêş de pêk werin.

(fr)

ANHA