Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû

Tevgera Hîlala Zêrîn semîner li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li qada wêje, çand û hunera jinan da.

Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
Ramanê rêber Ocalan û wêjeya jinan mijara semînerekê bû
3 sibat, 2023   14:32
QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna 15ʹê Sibatê, salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Hîlala Zêrîn semîner li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li qada wêje, çand û hunera jinan da.

Semîner bi beşdarbûna rewşenbîr û wêjevanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat dayîn.

Semîner ji aliyê endamên Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê û Zara Mihemed, endamên Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Sumeya Mihemed û Jînda Mihemed û endama Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşa Elo ve hat birêvebirin.

Di semînerê de sê mijar hatin şîrovekirin; di wêjeya jin de rastiya rêbertî, çand û hunera jinan di rastiya jiyanê de, avakirina sîstema rêveberiya xweser û rastiya rêbertî. Her wiha fikira "Bê serok jiyan nabe" hat nîqaşkirin.

Endamên Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê mijara yekemîn a semînerê bi rêve bir. Botan Hoşê behsa têkiliyên di navbera wêjeya jin û fikirê rêber Abdullah Ocalan de kir. Botn Hoşê got: "Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe girîngiyeke mezin da jin û wêjeya wê. Axaftina li ser wêjeya jinan a rasteqîn a ku dikeve xizmeta çareserkirina pirsgirêka jinan de, vedigere rastiya dîrokê ya ku jin tê de pêşeng bû."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin, beriya şoreşa Rojava zehmetî li pêşiya wêjeya jinan hebûn, sedema vê yekê zihniyeta baviksalarî ya serwer bû. Astengiya din jî ew bû ku wêjevanên jin doz û heqîqeta xwe baş fêm nedikirin. Hate got, piştî şoreşê û naskirina ramanê rêber Ocalan wêjeya jinan pêş ket.

Hunermend Sumeya Mihemed bal kişand ser çand û hunera jinan di rastiya jiyanê de, rewşa hunera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pirsgirêkên li pêşiya pêşketina wêjeya jinan. Sumeya Mihemed anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan bi fikirê xwe girîniyeke mezin da rola dîrokî ya jinan û got: "Êdî jin di hemû qadan de, di nava qada çand û hunerê de pêşeng in. Jinan huner û wêje parastin û pêşxistin."

Beşdaran behsa pirsgirêkên li pêşiya hunera jinan kir û diyar kir ku piratîkkirina dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi têgihiştineke kûr a ramanê Rêbertî û afirandina hunerekê ku rastiya vî fikirî û civakan îfade dike, pêkan e.

Endama Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşa Elo bal kişand ser sîstema hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de û rastiya rêbertî. Reşa Elo got: "Bi saya felsefeya Rêbertî jinan heqîqet û dîroka xwe nas kirin û rêveberiyeke xweser li gorî vê heqîqetê ava kir ku jê re bû pêşeng. Jiyana hevbeş a bi zayendê din re li ser vê heqîqetê hatiye avakirin. "

Têkildarî rêbazên pêşxistina wêje û hunera jinan a li gorî ramanê rêber Ocalan jî pêşniyarên beşdaran derketin pêş.

Beşdaran anîn ziman ku ew ê têkoşînê xurt bikin, ji bo rakirina tecîrdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" kar bikin, wêje û hunera jinan a rasteqîn pêş bixin.

(bb)

ANHA