​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê, malbatan serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
3 sibat, 2023   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha parêzeran bi rêya serdozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.