​​​​​​​Li Pakistanê qeza: 17 kes mirin

Li Pakistanê di qezayeke trafîkê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Pakistanê qeza: 17 kes mirin
3 sibat, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Pakistanê da zanîn ku 2 erebe li nêzî tunelekê li bakurê rojavayê Pakistanê şeva berê li hev qelibîne û di encamê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Pakistanê, qeza li herêma Kohat a Khyber Pakhtunkhwa çêbû.

Peywirdarên rizgarkirinê jî got wan hemû qurbanî û birîndar rakirine nexweşxaneya li Kohatê.

(fr)