Serhildana li Rojhilat û Îranê 4 meh e didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî gef û êrişên hêzên dewleta Îranê jî zêdetirî 4 mehan e didome. Li hinek bajarên Belûçistanê zexteke giran a hêzên dewleta Îranê li ser xwepêşandêran heye.

Serhildana li Rojhilat û Îranê 4 meh e didome
3 sibat, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re dest pê kiribûn, 4 meh zêdetir e dewam dikin. Li beramberî îradeya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşandêr û beşên din ên civakê dikin.

Rojên înê li parêzgehên Sistan û Belûçistanê bi taybet li bajarê Zahîdanê xwepêşandanên mezin tên lidarxistin. Hêzên dewleta Îranê ji bo bidawîanîna xwepêşandanên hêzeke mezin a leşkerî li parêzgeha Belûçistanê bi cih kiriye. Duh li ser asîmanê bajarê Zahîdanê helîkopter digeriyan.

Li gorî melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd ragihandî, li Zahîdanê herî kêm 15 xalên kontrolê hatine danîn.

Duh li bajarê din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên nerazîbûnê dewam kir.

Tevî berdewambûna xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, zext û êrişên hêzên desthilatiyê jî li dijî xwepêşanderan berdewam e. Li gel binçavkirina hêjmarek din ya xwepêşanderan, cezayê girtîgehê li hinek xwepêşanderên girtî hat birrîn.

Duh 500 akademîsyanan bi nameyekê li dijî pejirandina 9 sal cezayê girtîgehê li ser civaknas Seîd Medenî, nerazîbûn nîşan da. Seîd Medenî bi tometa ku tezek li ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsiye û propagandaya li dijî desthilatiyê kiriye, hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Wezîrê karên hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî der barê belavbûna pêla xwepêşandanan de axivî û got ne li dijî xwepêşandanên guncaw in, divê çalakvan di çarçoveya qanûnî de xwepêşdanan bikin.

Ji beriya demekê hinek rêxistin û komên cuda ji bo lidarxistina xwepêşandan û çalakiyan serlêdan kiribû, lê Wezareta Navxweyî ya Îranê red kiribû.

Her wiha gelek rojnamevanên ku nûçeyên xwepêşandanan çêdikin û gelek kesên ku di torên medya civakî de der barê xwepêşandanan de gotar belav kirine, hatine girtin û cezayên girtîgehê lê hatine birîn.

Cîgirê serdozgerê giştî yê bajarê Qûmê Ebulfazil Tehrîrî der barê heman mijarê de ragihand ku ecibandin û gotarên li ser torên sosyal medyayê berpirsyariya yasayî heye ku bi ecibandinên gotarên ne guncaw an nivîsandina gotarekê, welatî dikarin bên darizandin.

Li gel xwepêşandan û çalakiyên li welat, li derveyî welat jî piştgiriya ji bo xwepêşandanan her ku diçe zêde dibe. Duh li bajarê Venedîk ê Îtalyayê û li bajarê Oslo yê Norwecê çalakî hatin lidarxistin.