Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya me û meşa ber bi Îmraliyê ve dê bibin yek

Parlamenterên HDP'ê çalakiya xwe ya nobeta ya li dijî tecrîdê ya li ber meclisa Tirkiyeyê bi dawî kir. Parlamenter Sarûhan Olûç di çalakiya nobetê ya îro de got "Nobeta me ya edaletê û meşa ber bi Îmraliyê ve dê bibin yek.”

Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya me û meşa ber bi Îmraliyê ve dê bibin yek
3 sibat, 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP'ê ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 32'an de ye.

Parlamenter Sarûhan Olûç, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alî Kenanoglû, Mûazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz tev li nobetê bûn. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç di çalakiyê de axivî.

Sarûhan Olûç got: "Nobeda edaletê ku 21'ê Kanûna 2022'an bi meşa ji meclisê ber bi Wezareta Edaletê ve me dan destpêkirin, îro di roja 32'an de ye. Em îro nobetê bi dawî dikin. Sedema vê çalakiyê jî wekî ku her kes dizane tecrîda giran a li Îmraliyê ye. Bi çalakiyê me xwest ku Wezareta Edaletê dawî li bêdengiya xwe bîne. Li Îmraliyê demeke dirêj e tecrîd dewam dike û ev tecrîd bi rastî jî bandora xwe li tevahiya Tirkiyeyê û qada navneteweyî kiriye. Li cîhanê mînakeke bi vî rengî nîne."

Sarûhan Olûç destnîşan kir ku tecrîd wek parçeyek ji polîtîkaya desthilatdariyê ya ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd û destketiyên demokratîk tê meşandin.

Olûç anî ziman ku ew piştî roja 32'yan nobeda edaletê bi dawî dikin û got: "Ji 6'ê Sibatê û pê ve em ê dest bi meşa 'Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin' dikin ku wê ji Gever û Qoserê dest pê bike. Ji ber ku divê ev kiryara nehiqûqî tavilê bi dawî bibe û hevdîtin bê kirin. Em careke din bang li Wezareta Edaletê dikin, bikin ku hiqûq bê bicihanîn, bersivê bidin serlêdanan, bikin ku parêzer karibin hevdîtinê bikin. Destûrê bidin ku parêzerên 4 hikumxwarên li Îmraliyê karibin hevdîtinê bikin."