Sudanî û Biden bi hev re axivîn

Koşka Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê û serokê Amerîkayê bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Hat diyarkirin ku Biden piştgiriya xwe ya ji bo alîkarîdayîna Iraqê dubare kiriye û behsa serweriya xaka Iraqê hatiye kirin.

Sudanî û Biden bi hev re axivîn
3 sibat, 2023   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û serokê Amerîkayê Joe Biden duh bi şev bi rêya telefonê bi hev re axivîn.

Li gorî daxuyaniyê behsa bernameya aborî ya hikumeta Iraqê û serweriya xaka Iraqê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye tê payîn di 8-9’ê Sibatê de şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Amerîkayê bikin.