Dewleta Tirk 10 hezar koçber vegerandin welatên jê hatine

Li Tirkiyeyê him zextên li ser koçberan zêde dibin. Dewleta Tirk di nava mehekê de 10 hezar û 520 koçber vegerandin welatên ku jê hatine.

Dewleta Tirk 10 hezar koçber vegerandin welatên jê hatine
3 sibat, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYA

Li Tirkiyeyê koçber him li ser sînoran tê îşkencekirin, girtin, pere û telefonên wan jê tên standin û di heman demê de li hemberî wan dijminatiyeke mezin tê meşandin.

Li gorî daneyên fermî yên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê di meha Çileyê de li Agirî, Erzirom, Kocaelî, Meletî, Kutahya û Enqereyê hezar û 503 koçberên ji Efganistanê bi balafirên kirêkirî hatine dersînorkirin. Hate diyarkirin tevî seferên normal ên balefiran 3 hezar û 755 koçberên ji Efganistanê hatine dersînorkirin.

Li gorî daneyan di meha pêşîn a 2023’yan de bi giştî 10 hezar 520 koçber hatine dersînorkirin û destûr nehatiye dayîn ku 20 hezar 295 koçber jî ji sînoran bikevin Tirkiyeyê.

Di sala 2022’an de jî li gorî daneyên fermî yên Tirkiyeyê bi giştî 124 hezar û 441 koçber hatibûn dersînorkirin.