Gerîla li Xakurkê li dagirkeran da

Gerîlayên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li leşkerên artêşa Tirk ên dagirker xist.

Gerîla li Xakurkê li dagirkeran da
2 sibat, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

1'ê Sibatê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bitevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xist.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

29, 30, 31'ê Çileyê û 1'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, qada Çemço ya ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amêdiyê û li nêzî gundê Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."