QSDʹê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSDʹê îdiayên Wezaretê Parastinê ya Dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 3 şervanan derewandin.

QSDʹê îdiayên dewleta Tirk derewandin
2 sibat, 2023   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê li ser Twitterê daxuyand ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên li ser şehadeta 3 şervanên wan ne rast in.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di roja 31ʹê Çileyê de daxuyanî da û îdia kir ku di vê rojê de 3 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in."

(bb)