'Em ê heta têkbirina planên DAIŞ û dewleta Tirk li kêleka QSD'ê bin'

Şêniyên Minbic û Tebqayê piştgiriya xwe ji Pêngava "Tolhildana Şehîdên Reqayê" re nîşan da û bang kir ku divê pêngavên zêde mîna vê, ji bo têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker werin lidarxistin.

'Em ê heta têkbirina planên DAIŞ û dewleta Tirk li kêleka QSD'ê bin'
2 sibat, 2023   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25'ê Çileya borî de pêngava "Tolhildana Şehîdên Reqayê" dest pê kir û tê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê, yek ji wan serçeteyê 'waliyê Reqayê' girtin.

MINBIC

'EM Ê DESTEKÊ BIDIN HÊZÊN XWE'

Der barê vê mijarê de, welatiya bi navê Xedîce El Şewax got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hember îradeya gel têk çû, ji ber wê jî şaneyên xwe yên terrorîst ji bo derbekirina ewlehî û îstîqrara herêmê, xistin tevgerê."

Xedîce El Şewax wiha domand: "Li gorî wê jî QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngavên berfireh ji bo girtina şaneyên veşartî dan destpêkirin. Pêngava yekemîn "Birûska Cizîrê" bû, ku li kampa Holê û Til Hemîsê di 29'ê Kanûna par de hate lidarxistin."

Xedîce wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî êrişa DAIŞ'ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, QSD'ê pêngava "Tolhildana Şehîdên Reqayê" di 25'ê Çileya borî de dest pê kir û bi alîkariya şêniyan ew pêngav bi awayekî serkeftî bi rê ve çû. Em bang li hêzên xwe dikin ku pêngavên wiha heta têkbirina hemû sîxurên dewleta Tirk a dagirker zêde bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Xedîce El Şewax got: "Em ê her destekê bidin hêzên xwe heta ku tevahiya herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê paqij bibin û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Welatiya bi navê Rama Berkel jî got: "Tevgerên şaneyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn û dest bi hedefgirtina navendên ewlehî û sivîlan kirin. Ji ber wê jî QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek pêngav ji bo têkbirina van şaneyan dan destpêkirin."

'DEWLETA TIRK A DAGIRKER FÎNANSMENÊ YEKEMÎN A ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YE'

Rama wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker alîgira sereke ya şaneyên DAIŞ'ê ye. Ew hewl dide gel ji projeya neteweya demokratîk dûr bixe û îradeya wan a li hember plan û êrişên wê têk bibe."

Rama wiha pê de çû: "Dê şêniyên Minbicê heta paqijkirina hemû şaneyên terrorist ku hewl didin timayên dewleta Tirk a dagirker li herêmê pêk bînin, destekê bidin hêzên xwe û heta binkeftina hemû planên wan têkoşînê dewam bikin."

TEBQA

Welatiyê bi navê Ednan El Heboş ê ji Tebqayê got: "Me dît ku di dema dawîn de şaneyên DAIŞ'ê êrişî herêmên me kirin û di encamê de gelek şervanên me di bersivdana êrişên wan de şehîd bûn."

El Heboş bang kir ku divê pêngavên mîna van ji bo têkbirina terorê û parastina ewlehiya herêmê û şêniyan werin zêdekirin.

Her wiha, welatiyê bi navê Ebdulrezaq El Mihemed got: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zindîkirina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ye. Da ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin."

El Mihemed îşaret bi wê yekê kir ku divê ev pêngav zêde bibin heta ku çeteyên DAIŞ'ê yên ku fikrê xwe yê tundraw belav dikin werin têkbirin.

Di dawiya axaftina xwe de El Mihemed piştgiriya xwe ji pêngava "Tolhildana Şehîdên Reqayê" re anî ziman û destnîşan kir ku ew ê her li pişta hêzên leşkerî bin.

(mh)

ANHA