Li Silêmaniyê teqîn, welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya, di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li Silêmaniyê teqîn, welatiyekî jiyana xwe ji dest da
1 sibat, 2023   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan, ragihand ku şeva borî li taxa Raperîn a Silêmaniyê welatiyê bi navê Ehmed Mehemed ( 40) ji ber teqîna mayînê di mala xwe de jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê jiyana xwe ji dest daye, bavê 3 zarokan e. Duh li Dibistana Behdînan di waneyekê de mamostayek daxwaza wêneyen mayînê ji xwendevanê xwe kiriye ku li ser waneyê bide.

Ehmed Mehemed 12 salin karê rakirina mayînan dike. Di mala vî de mayîn hebûn. Dema ji bo zarokan re wêneyan digre, mayîn pêve diteqe û demildest jiyana xwe ji dest dide.