​​​​​​​MSD'ê li Reqayê panelek li dar xist

MSD'ê li Reqayê bi sernavê "Ber bi hevgirtina civakî û siyasî ve" panelek li dar xist.

​​​​​​​MSD'ê li Reqayê panelek li dar xist
1 sibat, 2023   15:20
REQA

Di panelê de endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê amade bûn.

Dûre endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Mistefa Balî axivî û got kesayetên eşîrtî di civakê de dibe ku rola teorîsyen, hêzên leşkerî û siyasetmedaran bi sedemên hêsan derbas bikin. Ji ber têkiliya di navber kes û aliyên fermî de bi qanûnê ve girêdayî ye û ev alî jî pabendî qanûnê ne.

Balî wiha wiha domand: "Li gel hemû dewletên cîhanê proje hene ku alîkariya bikin. Lê welatiyên sûriyeyî li koçberiyê digerin. Ev yek jî bi sedema rewşa aborî û siyaseta rejîma Bassê ye."

Balî wiha dawî li gotina xwe anî: "Rûsya hewl dide herêmê li gorî berjewendiyên xwe parçe bike. Ji lew re divê em li hember hemû astengiyan hevgirtî bin."

Li aliyekî din jî şêx Mihemed Nûr El Zîb li ser hevgirtina civakî axivî û wiha got: "Hemû eşîrên Erebî li hember dewleta Tirk a dagirker û Fransa li ber xwe da û rola şêx û welatiyên eşîran di têkbirina dagirkerên fransî û osmanî de mezin bû."

El Zîb wiha domand: "Şandeyeke ji nûnerên MSD'ê gelek serdan ji şêxên eşîran re kirin. Her wiha komîteyek ji şêx û eşîran hate avakirin ku astengî û pirsgirêkên li hember gel lêkolîn bike. Ji salan ve gel û pêkhate bi hev re dijîn, lê hin dewletên-neteweperest hewl didin vê têkiliyê qut bikin."

Her wiha şêx Lorans El Borsan ê ji eşîra El Welde li ser rola şêx, rûspî û hevgirtina civakî axivî û wiha got: "Hevgirtina civakî û benesaziya eşîran sedemên herî girîng ên hevgirtina civakî ne ku nirxên welatparêzî û eşîrtî werin parastin. Divê em hevgirtî bin û ji rêveberiyê nêz bin."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Siyasetmedarê serbixwe Fexrî Derwîş li ser pêwîstiya geşkirina reftarê hemwelatîbûnê û danasîna ferd bi hevgirtina civakî axivî.

Rûspiyê eşîra El Ulî, şêx Remedan El Rehal jî wiha got: "Divê pêdiviyên bingehîn ji gel re mîna nan, çandinî û hwd werin peydakirin, da ku di navbera rêveberî û gel de qutbûnek çênebe."

Di dawiyê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Mistefa Balî bersiva pirsên beşdaran da û wiha got: "Divê hevgirtina civakî di navbera eşîr û şêniyan de, di navbera şênî, eşîr û Rêveberiya Xweser de were xurtkirin. Her wiha divê tevahî pêdiviyên bingehîn û jiyanî ji gel re werin peydakirin."

(fr)

ANHA