​​​​​​​‘Peyama Şehîd Viyan zindî ye divê wateya wê bê zanîn’

Rêhevala Fermandara YJA Starê Viyan Soran Necîbe Omer da zanîn ku peyama Ş. Viyan îro jî zindî ye, lewma divê herkes di  asta herî bilind de xwedî li wateya wê derkeve û li gorî wê tevbigere.

​​​​​​​‘Peyama Şehîd Viyan zindî ye divê wateya wê bê zanîn’
2 sibat, 2023   00:38
QAMIŞLO

Fermandara YJA Star Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) 2’yê Sibata sala 2006’an li Heftanînê dijî komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, bedena xwe xwe da ber agir. Peyamên ku Ş. Viyan Soran li pey xwe hiştine, di salvegera 17’emîn a şehadeta wê de jî, dibin rêzan.

Viyan Soran di nameya xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibû de wiha gotibû: “Komploya navnetewî li Îmrali û liser gelê Kurd pêvajoyek nû û metirsîdar daye destpêkirin. Dixwazin hewldanên Rêber Apo û  gelê Kurd ên ji bo aştî û demokrasiyê vala derxînin. Bi awayekî pir eşkere bang dikin ku em dest ji Serok Apo berdin û teslîm bibin. Dixwazin me kedî bikin, fêrî jiyanek bêyî Serok Apo, bêyî bîrdozî û bê îrade bikin. Ji ber vê yekê îro gelê Kurd li çar aliyên cîhanê dijî siyaseta înkar û tunekirinê ya li ser Serok Apo hêrsa xwe tîne ziman. Ez jî dixwazim wekî şagirtek we dixwazim li hemberî êrîşên ne rewa, di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de girêdana xwe ya ji bo we nû bikin û çalakiyên berxwedanê yên gelê me gurtir bikim.”

Di nameya ji bo rêhevalên xwe de jî Ş. Viyan ev peyam dabû: “Di PKK’ê de çalakiya herî mezin xwedî derketina li soza xwe ye. Zanibin ku eger li cihekê gotin wateya xwe winda bike, li wir xaflet, bêwijdanî û têkçûna exlaqî heye. Encama rewşek wiha jî teqez xiyanet e. Ez wisa difikirim ku li hemberî komployên hundir û derve, pêwîstiya Tevgera Jinê bi milîtanên wekî salên 1996-98’an heye. Yanî dijî dostên sexte û rêhevaltiya lawaz pêwîste di jiyan û çalakiyê de wekî Zîlan, Sema û Serdar bersiv werin dayîn.”

ÎRO JÎ RÊ NÎŞAN DIDE

Peyamên Ş. Viyan di sala 25’an a komployê de jî, rêya têkoşîna li hemberî siyaseta qirkirinê nîşan dide, ji bo hevalên wê û tevahiya gelê Kurd bûne navnîşanek.

Necîbe Omer ku Ş. Viyan Soran ji nêz ve nas dike û rêhevaltiya wê kiriye, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û behsa kesayet û têkoşîna Vîyan Soran kir.

Necîbe Omer destnîşan kir ku Viyan Soran pêşenga Tevgera Azadiya Jinê bû û bi çalakiya xwe ya li hemberî komploya navneteweyî helwesteke dîrokî nîşan daye. Necîbeyê peyama Şehîd Viyan a wekî, “Ezê bi agirê bedena xwe  wijdan û mejiyên ku sar bûne û qeşa girtine ji nû ve gerim bikim” bibîr xist û bal kişand ku çalakiya Viyan Soran di lûtkeya çalakiyan de şoreşeke wijdanî û zihni ye.

Necîbe Omer destnîşan kir ku Viyan Soran bi peyama xwe, nîşan da ku  mirova dikare li gorî xwe û bi awayekî azad bijî. Necîbe Omer wiha got: “Helwesta heval Viyan ji bo xebat û felsefeya Rêber Apo ku hemû nirx û pîvanên azadiya jinê û mirovahiyê misoger dike ye. Sîstema desthilatdar dixwzae civakê fêrî jiyana bê Serok bike û mirovahiyê ji fikirên Rêber Apo qut bike. Çalakiya Heval Viyan jî bersiva vana bû. Bi agirê  bedena xwe bu roniyêk li  hemberê tarîtiya desthildaran.”

Necîbeyê anî ziman ku Şehîd Viyan bi çalakiya xwe xwestiye civaka Başûr li hemberî komploya navanetewî hişyar bike da ku nebin parçeyek ji daxwazên hêzên desthildar û xiyanetê.

Necîbe Omer da zanîn ku peyama Viyan Soran di roja îro de jî  zindî ye û wiha dom kir: “Dive di 15 sibatê de herkes di  asta herî bilind de xwedî li wateya vê çalakiyê derkeve û li gorî wê tevbigerin. Pêwîste her kes di salan 17’an a şehadeta Heval Viyan de xwedî  li fikir û felsefeya azadiya jinê derbikeve û bi hemû enerjiya xwe têbikoşin.”