Li Pakistanê otobus qulipî: 44 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Belûcistan a Pakistanê otobusek di geliyekî de qulipî û 44 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Pakistanê otobus qulipî: 44 kesan jiyana xwe ji dest da
30 ÇILE, 2023   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeyên medyaya Pakistanê otobuseke rêwiyan dema ji Kûettayê diçû Karaçiye li herêma Lasbelayê di geliyekî de werbû.

Rayedaran diyar kirin di qezayê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên polîsan gotin piştî ku otobus qulipî, ji pirê ketiye û dûre jî agir bi otobusê ketiye.