Li Bûkemalê êrişa li dijî kamyonên bar: 7 kes hatin kuştin

Duh balafirên nenas kamyonên barhilgir ku ji Iraqê derbasî herêma Bûkemalê bûbûn, kirin hedef û di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Li Bûkemalê êrişa li dijî kamyonên bar: 7 kes hatin kuştin
30 ÇILE, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehiyê ji medyaya Rûsyayê re got: "Balafiran ku jêdera wan nayê zanîn, kamyonên barhilgir ku ji Iraqê derbasî herêma Bûkemalê ya rojhilatê Sûriyeyê bûbûn, kirin hedef."

Çavkaniyan ji SOHRʹê re ragihand ku "6 kamyonên barhilgir ên sarkirinê ku ji Iraqê derbasî herêmê bûbûn, bûn hedef. Her wiha balafirên bêmirov ên Koalîsyona Navneteweyî li ser herêmê digeriyan."

Li gorî SOHR’ê, di êrişê de 7 ajokar û alîkarên wan ên ne ji Sûriyeyê, hatin kuştin.

Ev êriş, rojekê piştî teqîna li cebilxaneya li bajarê Îsfehanê yê Îranê pêk hat. Wezareta Parastinê ya Îranê daxuyandibû: "Sedema teqîna li Îsfehanê êrişên binkeftî yên bi 3 dronan bû."

Wezaretê ragihand ku êrişên bi dronan ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatin têkbirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî pêbawer, 3 balafirên bêpîlot ên ku bi bombeyên biçûk barkirî bûn, êrişa Îsfehanê pêk anîn. Heman çavkanî destnîşan kir ku cureya balafira bêpîlot a ku di êrişê de hatiye bikaranîn piştrast dike ku ew ji hundirê welêt hatiye kirin.

Rayedarên Amerîkayê ji rojnameya Wall Street Journalê re got: "Êrişa balafirên bêmirov a li navenda pîşesazî ya Wezareta Parastinê ya Îranê ya li bajarê Îsfehanê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.”

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê jî li ser zimanê çavkaniyên îstixbaratî yên rojavayî û biyanî got: "Êrişa balafirên bêmirov a li Îsfehanê ya Îranê serkeftineke mezin bû. Îsraîl di wê bûyerê de roleke bêdeng dilîze."

(bb)