Şêniyên Kobanê hişyarî li ser xeteriya dewleta Tirk da

Şêniyên Kobanê serkeftina mezin ya ji zêdetirî 8 salan ve li dijî çeteyên DAIŞ′ê pêk anîne pîroz kir, lê têkildarî xeteriya dewleta Tirk a dagirker û hewlên wê yên vejandina çeteyên DAIŞ′ê hişyarî da.

Şêniyên Kobanê hişyarî li ser xeteriya dewleta Tirk da
30 ÇILE, 2023   00:48
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê roja înê bi boneya salvegera 8′an a serkeftina dîrokî ya Kobanê ya di 2015′an de li dijî çeteyên DAIŞ′ê şahî li dar xist.

Di şahiyê de, welatiyê bi navê Ebdurehman Demir wiha got: "Serkeftina mezin a ku di Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ′ê pêk hatiye baweriya me bi dozê zêde kir."

Di heman demê de Demir spasiya Rêveberiya Xweser kir û wiha domand: "Em êdî bûne xwedî maf û ligel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî gotin in. Ev rêveberî êdî bûye jêdera ewlehiya welatiyan û di nav xwe de bêyî cudahî hemû pêkhateyan dihewîne."

Demir ev tişt anî ziman: "Xeteriya îro ya rasteqîn ew e ku dewleta Tirk a dagirker jinûve hewl dide çeteyên DAIŞ′ê vejîne, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe. Hemû cîhan êdî dizane ku çeteyên DAIŞ′ê bi destê AKP′ê hate çêkirin û ev plana wê dê bi bin bikeve. Berxwedan jî rêbaza me ya yakane ye."

′EM NAHÊLIN DAGIRKER BIHOSTEK AXA ME DAGIR BIKE′

Welatiyê bi navê Hecî Mîro jî da zanîn ku beriya 8 salan bajar ji ber şer wêran bibû û wiha got: "Lê me bajar ji nû ve ava kir. Ev yek nîşaneya vîna xurt a welatiyên herêmê ye. Li aliyekî din jî ev yek dewleta Tirk a dagirker aciz dike ku hewl dide ji nû ve çeteyan vejîne."

Mîro wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên me dagir bike, di serî de jî Kobanê ku çeteyên wê têk birin. Lê dewleta Tirk di hesabên xwe de şaş e. Ji ber ên berê parastina vî bajarî kirine dê îro jî bikin û derseke nû bidin dewleta Tirk a dagirker."

′YAN JIYANA BIRÛMET AN JÎ ŞEHADET′

Welatiya bi navê Firyaz Berkel jî wiha got: "Hemû gelên azadîxwaza di şerê li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ′ê de dengê xwe kir yek û şerê fikrê tarî yê bi desteka dewleta Tirk a dagirker kir û hewldên wê yên dagirkirina herêmê têk birin."

Firyaz wiha dawî li gotina xwe anî: "Em îro bi saya Rêveberiya Xweser bi ewle dijîn. Ev tişt jî dewleta Tirk a dagirker aciz dike ku bi hemû hêza xwe hewl dide ji nû ve çeteyên DAIŞ′ê vejîne. Lê em jê re dibêjin an jiyana birûmet an jî şehadet û tiştekî din qebûl nakin."

(fr/şx)

ANHA