​​​​​​​Rizgar Qasim: Divê hemû hêzên siyasî û sivîl li dijî tecrîdê bikevin tevgerê

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim anî ziman ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî destûra Tirkiye û qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan e. Rizgar Qasim diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê tevgereke topyekûnê ya hemû partî û tevgerên demokratîk pêwîst dike.

​​​​​​​Rizgar Qasim: Divê hemû hêzên siyasî û sivîl li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
29 ÇILE, 2023   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û cezayê dîsîplînê yê li dijî wî hatiye birîn, ji ANHAʹyê re axivî.

Rizgar Qasim anî ziman ku zext û kiryarên derexlaqî û derqanûnî ku desthilata AKPʹê ya bi serkêşiya Erdogan di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de dimeşîne siyaseteke plankirî li dijî gelê Kurd û têkoşeran e.

Rizgar Qamsim got: "Ev kiryarên çewsîner zihniyeta Ataturk nîşanî me dide. Bi vê zihniyetê şoreşên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê hatin vemirandin û têkoşerên wê wekî  şehîd Şêx Seîd û şehîd Seyid Riza hatin darvekirin. Hikumeta AKPʹê bi rêya ferzkirina tecrîdê vê zihniyetê pêk bîne. Nahêle rêber Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne. Hikumeta AKPʹê bi vê yekê texmîn dike ku ew ê bi ser bikeve û berxwedana gelê Kurd têk bibe."

ʹDESTHILATA AKPʹÊ RÊZÊ NADE DESTÛRA TIRKIYE Û QANÛNÊN NAVNETEWEYÎʹ

Qasim îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker destûr û qanûnên xwe bin pê dike û wiha domand: "Nêzî du sal in ev desthilatdar hevdîtinên bi Ocalan re qedexe dike. Ev kiryar ji gelê Tirkiye û civata navneteweyî piştrast dike ku ev desthilatdar rêzê nade destûra Tirkiye û qanûnên navneteweyî. Wekî hûn dizanin peyman û qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan hene. Li gorî van qanûnan, mafê girtî heye ku heftane hevdîtinê bi parêzerên re xwe bike. Lê tevî vê yekê jî em dibînin ku desthilata AKPʹê bi girankirina tecîrda li ser rêber Ocalan di dijbetiya gelê Kurd de israrê dike."

Dr. Rizgar Qasim hişyarî da ku israra dewleta Tirk a pêkanîna siyasetên tecrîdê wê parçebûn, tevlihevî û hêrsa li Tirkiyeyê zêdetir bike û wiha pê de çû: "Derdora 25 mîlyon Kurd li Tirkiyeyê hene. Van Kurdan parlamenterên xwe hilbijartin ku nûnertiya wan dikin. Me dît çawa parlamenterên HPDʹê li dijî tecrîdê çalakiyek li pêşiya Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê li dar xist û pankartên ku bang li AKPʹê dike ku rêzê bide qanûnê, vekirin."

ʹBÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ BERDEWAMA KOMPLOYÊ YEʹ

Qasim bal kişand ser dualîtiya pîvanên rêxistinên mirovî û hiqûqî û bêdengiya wan a li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan û anî ziman ku ev rêxistin ji ber bêdengiya xwe nirxên xwe yên mirovî winda kirine.

Rizgar Qasim di dewama axaftina xwe de got: "Mixabin, di hemû pêvajoyên têkoşîn û şoreşan de, em dibînin hin rêxistinên ku îdiaya mirovahiyê dikin, dûr in û nirxên xwe yên mirovî winda dikin. Bêdengiya li hemberî tecrîdê dûrketina ji mirovahiyê ye. Ji derdora du salan ve tu kes, ne parêzerên wî û ne jî malbata wî tu agahî ji rewşa tenduristî ya rêber Ocalan wernegirtine. Wekî ku em behsa komên çete dikin ku dîlek li gel xwe ragirtiye, ne wekî ku dewletek endameke civata navneteweyî ye xwedî destûr û qanûn e. Li ser vê yekê ez vê bêdengiyê wekî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û gelên herêmê dibînim. Aliyên bêdeng di sûcên wê yên dermirovî de şirîkên hikumeta Tirk in.  Divê CPT û rêxistinên din erkên xwe bi cih bînin û tavilê li hemberî zextên AKPʹê û binpêkirinên wê yên li qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bikevin tevgerê."

Qasim anî ziman ku gelên Kurdistanê bi têkoşerên xwe re wefedar e û got: "Em dibînin ev gel her tim li qadan in, têkoşerên xwe bi bîr tînin, çalakî û nîqaşên xwe yên li ser pirsgirêka tecrîda li ser rêber Ocalan didomin. Pêngavên grevên birçîbûnê yên bêdorver hene. Her wiha hevdîtinên domdar ên bi parlamenterên Ewropayê re hene. Erka me ye jî em bi wan re bisekinin û balê bikişînin ser tecrîd, grevên birçîbûnê û zextê li raya gistî, dewlet, hikumet û komseriyên Ewropayê bikin da ku zextê li dewletên xwe bikin û erkên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin."

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim got, ji hemû partî, tevger, şepêl, komele û hêzên siyasî û siyasî û kesayetan tê xwestin ku xebatên yên bi banga rakirina tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Nêzî 24 sal in rêber Ocalan di girtîgeha yekkesî de ye. Em banga azadiya wî dikin. Rêber Ocalan mirovî aştiyê ye, azadiya wî azadiya gelên tiyê azadiyê ye. Ocalan bi fikrê ne banga mafên Kurdan tenê dike, lê belê ji bo tevahî gelên bindest projeyek pêşkêş kiriye. Bêdengiya li hemberî doza tecrîdkirina wî tê wateya dûrketina ji nirxên mirovî û exlaqî."

(bb)

ANHA