​​​​​​​Komxebata Endazyarî bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji bo pêşxistina sîstema bajarvanî û xebatên şaredariyan pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

​​​​​​​Komxebata Endazyarî bi encamnameyekê bi dawî bû
29 ÇILE, 2023   17:49
HESEKÊ

Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi dirûşma “Gund û bajarên ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanîʹʹ di roja duyemîn de bi dawî bû.

Rûniştina 5ʹemîn a bi navê "Tecrubeyên şaredariyan û pêşketinên teknolojîk" ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat birêvebirin.

Di vê rûniştinê de 4 mijar hatin şîrovekirin.

Mijara yekemîn a bi navê "Nîqaşên li ser tecrûbeya şaredariyên Rêveberiya Xweser" ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê endazyarê mîkanîkî Mihemed Xêr Şêxo ve hat şîrovkirin. Şêxo bal kişand ser ezmûna şaredariyan di Rêveberiya Xweser de û got: ʹʹRêbazek nenavendî ya rêveberî û rêvebirina rêxistinî ye. Li gorî vî rêbazî, rêvebirin û biryargirtin li ser hemû rêveber û pêkhateyan bêyî cudaûna û dûrxistina ti pêkhateyekê tê dabeşkirin. Di encama vê yekê de tecrûbe û afîrnerî zêde dibin."

ʹ KARKERÊN PAQIJIYÊ ENDAZARYÊN PAQIJIYÊ NEʹ

Mihemed Xêr Şêxo anî ziman ku sîstema şaredariyan bingehê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û xwe dispêre sîstema hilbijartinên azad û demokratîk. Her wiha got: "Sîstema şaredariyan gelek têgehên di civakê de hatibûn rûniştandin, guhert. Mînak, karkerên paqijiyê kir endazyariyên paqijiyê."

Mijara duyemîn a tecrûbeya Şaredariya Bask, Şaredariya Galdaco û Şaredariya Erenteria, ji aliyê aktîvîsta civakî û siyasî Azbia Otag ve hat şîrovekirin. Azbia Otag got: "Çand û nasnameyên cuda li gel me hene. Me komele ava kirin. Ev komele xwe dispêre planên ku xizmeta welatiyan dike. Her wiha me proje vekirin ku pêwîstî bi pisporiyeke kûr heye.  Li bajarên me navendên çandê hatin vekirin, ev jî gaveke girîng e."

Mijara avahiyên zîrekî û parastina enerjiyê ji aliyê mîmarê li Zanîngeha Rojava Xalid Fetah ve hate şîrovekirin.

Fetah avahiya zîrek û parastina enerjiyê pênase kir û got: "Du cureyên parastina enerjiyê hene. Parastina xwezayê wekî tav û ba. Ev cure xweza û enerjiyê biparêze. Enerjiya çêkerî wekî sotemenî û mazotê ye. Ev cure hawirdorê qirêj dike. Lê avahiya zîrekî bi rêya torên herêmî û anî cîhanê di aplîkêşin û bernameyên de tên bikaranîn. Mala zîrek dikare  enerjiya ku ziyanê naghîne xwezayê biparêze."

Mijara çaremîn a GIS ji aliyê endazyara medenî û seroka beşa teknîkî ya Minbicê Ala Kesmo ve hat şîrovekirin.

Ala Kesmo got: "Ligel pêşketinên teknolojîk ên bilez û hewcedariya bi pêwîstiyên şaristanî yên jiyanî, girîngiya bikarnîna GIS derdikeve holê. GIS pergalek komputerê ya berhevkirin, rêvebirin, hilberandin û analîzkirina daneyan e. Ev sîstem xwe dispêre daneyên mekan ên ku taybetmendiyên erdnîgarî yên li ser rûyê erdê, çi xwezayî çi pîşesazî be."

Li ser vê mijarê beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

Piştre komxebat ji ragihandinê re girtî dewam kir û pêşniyar hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de encamnameya komxebatê ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Bozan ve hat xwendin.

Encamname wiha ye:

ʹʹ28-29ʹê Çileya 2023ʹyan, Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Gund û bajarên ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanîʹʹ li bajarê Hesekê li dar ket. Komxebat bi sponseriya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevkariya Yekitiya Endazyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Şerq, Zanîngeha Kobanê, Navenda Firat a Lêkolînan û Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk hat lidarxistin.

Mêvanên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, akademîsyen û kesayetên teknîkî beşdarî komxebatê bûn. Di  5 rûniştinên komxbatê de mijarên têkildarî pêşxistina xebatên şaredariyên, plansaziya avahîsaziya bajar û bajarokan, qanûnên têkildarî sîstema zabîteyê ya avakirinê û şertên wergirtina rûxsetan hatin nîqaşkirin. Her wiha qanûna binpêkirinan, mijara enerjî û avahiyên zîrekê sîstema GIS û tecrûbeyên şaredariyên li cîhanê jî hatin nîqaşkirin. Heman demê bandora siyasetê ya li pergala bajarvanî û demografîk mijarên girîng in komxebatê bûn. Di komxebatê behsa rola dewleta Tirk a dagirker di xirabkirina mîrateya şaristanî û pêkanîna guhertina demgorafî li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hate kirin. Her wiha qanûnên cudekarî yên ku rejîma Baas a Şamê li dijî welatiyan ferz dikir, guhertina demgorafiya herêmên Kurdan ên Cizîrê û lihevkirinên di navbera rejîmên Sûriye, Tirkiye û Îranê de yên bi armanca guhertina demografî hatin nîqaşkirin. Di komxebatê de rêbazên bersivdayîna siyasetên nîjadperastî, girîngiya mîrateya bajarvanî ya herêmê û şaristanî û avahiyên herî jî rojeva komxebatê bûn.  Di komxebatê de hate gotin, pêwîst e sîstemeke avahîsazî were danîn ku li gorî felsefeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Di komxebatê de semîner hatin dayîn. Akademîsyen, teknîsyen û pispor nêrînên xwe anîn ziman. Piraniya nêrînan li ser analîzkirina pirsgirêkên planana avahîsazî û xebatên şaredariyan bûn. Çareserî û pêşniyar jî derketin pêş ku dewlemendî danî semîneran.

Pêşniyar:

-Bi navê komxebatê û hemû beşdarên wê, em siyasetên dewleta Tirk ên guhertina demgorafîk ên li dijî niştecihên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriye û tevahî Sûriyeyê şermezar dikin.

-Em raporekê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî qanûn û peyamên rêxistinkirî  ji deste û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî re bişînin.

-Em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin bila dev ji siyaset û binpêkirinên xwe yên qanûnên mafên mirovan ên li herêmên dagirkirî berde.

-Ji ber binpêkirinên wê yên li qanûna navneteweyî ya giştî, urf û peymanên navneteweyî divê dozeke li dijî Tirkiyeyê were vekirin. Em ji Rêvberiya Xweser daxwaz dikin ku dosyayan têkildarî binpêkirinên ku bûne, amade bike.

- Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê nivîsgehên belgekirina milkan û dadgehên têkildarî milkan werin avakirin.

- Ji bo lêvegera planên rêxistinî yên kevn û nûkirina wan divê komîteyên teknîkî werin avakirin.

- Pêşxistina pêdiviyên plansaziya bajarvanî ji bo her herêmekê girîng e.

-Divê plansaziyên rêxistinkirina gund û bajaran werin berfirehkirin û avahiyên bêserûber werin birêxistinkirn.

- Ji bo avahiyên nîv avakirî yên li bajaran, planeke raxistin û amadekirinê were danîn da ku bi kêrî niştecîbûnê bên.

-Komîteyeke teknîkî were avakirin da ku qanûna binpêkirinan a hejamra 5ʹan bişopîne û rewşên nû li qanûnê zêde bike.

-Bi armanca parastina mîrateya herêmê ji helandinê, divê li şaredariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertên teknîkî û sîstemeke ji bo avahiyên heriyê werin danîn. Her wiha civak teşwqî avahiyên herî were kirin.

-Divê beşê topografî di peymangehên endazyarî yên li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were vekirin.

-Divê rola Rêveberiya Xweser û ragihandin di hişyarkirina girse ji bandorên neyinî yên binpêkirinan de were destnîşankirin.

-Divê Rêveberiya Xweser projeyên niştecihbûnê pêk bîne û qanûnên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêka bicihbûnê, bilindbûna kiriya xanî û milkan derxe.

-Ji Odeya Endaziyaran beşek were avakirin. Karê vî beşê ji beşê lêkolînan were veqetandin. Mîsyona vê beşê; li gorî peymanên desteyên şaredariyan û Yekitiya Endazyaran çavdêriya projeyan bike. Her wiha divê rola endazyaran di tunekirina binpêkirinan de were aktîfkirin.

- Bi hemahengiya di navbera meclisên gel û şaredariyan de, rola komînan a li ser binpêkirinan were aktîfkirin. Ev yek hemahengiya bi meclisên têkildarî pirsgirêkan re, rola meclis û komînan a piştevaniya xebatên şaredariyan û serxistina wan nîşan dide.

-Girîng e xebatkdarên şaredariyan li gorî branşan werin perwerdekirin.

- Pêwîst e li ser avakirina sîstemeke bajarvanî ya li gorî felsefeya neteweya demokratîk xebat were kirin û di warê îdarî û sazî ya di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de zemîna pêwîst ji bo wê were afirandin.

-Hevahengiya di navbera şaredarî, zanîngeh û Yekitiya Endezyar û Peymankaran  ên li herêman de were zêdekirin. û li ser hemû pirsgirêkên hevbeş di navbera wan de şêwir werin kirin. Heman demê komîteyên hevbeş werin avakirin.

-Têkildarî guhertina demografî ya li Sûriyeyê komîteyeke navneteweyî ya pispor were avakirin û hesab ji berpirsên guhertina demgorafî werin pirsîn. Divê her peymaneke ku dibe sedema koçberî û dagirkirinê were redkirin. Divê vegera bi ewle ya koçberan ya bi grantiya navneteweyî were mîsogerkirin û dagirkerî were bidawîkirin.

-Ji hemû saziyên têkildar (Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandinî, Mûdîriyeta Şûnwaran, Yekitiya Endazyaran, zanîngeh, navendên lêkolînan û saziyên civaka sivîl) komîteyek were avakirin da ku pêşniyarên komxebatê bişopîne û pêk bîne.

-Ev pêşniyar dê wekî belavbûn werin amdekirin û li tevahî şaredarî, nivîsgehên teknîkî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were belavkirin.

(bb)

ANHA