​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelek li dar xist

Bi dirûşma "Efrîna Sûrî di navbera dagirkerî û hegemoniya navneteweyî de", Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelek der barê siyaset û planên hegemoniya mêtingeriyê ji bo dagirkirinê û rola jinan li hember wan, li dar xist.

​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelek li dar xist
29 ÇILE, 2023   18:15
HELEB

Panel bi amadebûna endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li hola civînan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/01/29/134246_jyhan-mhmd.webp

Endama rêveberiyê MSD – Heleb Cîhan Mihemed der barê mijara yekemîn a bi navê "Efrîna Sûrî û hegemoniya navneteweyî" de axivî. Cîhan Mihemed behsa girîngiya Efrînê û rola wê ya jeopolîtîkî kir û got: "Berî şerê li Sûriyê, Efrîn di warê bazirganî û rêveberî de xwedî girîngiyeke mezin bû."

/ar/uploads/files/2023/01/29/134313_mryana-aly.webp

Aktîvîsta sivîl Meryana Elî îşaret bi wê yekê kir ku Efrîn ji bo tevahiya gelê Sûriyê re bibû wargeh û cihê wê jî stratejîk bû û domand: "Lê piştî dagirkirina Efrînê rewş hat guherîn û li dijî Efrînê gelek sûc di serî de guhertina demografî hatin pêkanîn, di encamê de herî zêde zirar gihîşt jinan."

Meryana Elî destnîşan kir ku rêya yekane ya rizgarkirina deverên dagirkirî hevgirtin û domandina têkoşînê ye, ne nêzîkbûna bi dijmin re ye û got: "Em bi carekê nêzîkbûn bi dewleta Tirk a dagirker re red dikin. Em çareseriyeke aştiyane ya bê destwerdana ji aliyên derve dixwazin."

/ar/uploads/files/2023/01/29/134328_njlaa-hmzh_1.webp

Endama rêveberiyê ya Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan a Sara – Heleb, Necla Hemze got: "Efrîn a Efrîniyên Sûrî ye û ew ê bi destê wan rizgar bibe, destwerdanên ji derve dê dagirkeriya li Efrînê demdirêj bike û di encamê de komkujî dê zêdetir werin pêkanîn."

BERXWEDANA JINAN Û STRATEJIYA VEGERÊ

/ar/uploads/files/2023/01/29/134259_zynb-qmbr.webp

Piştre, endama rêveberiya Nivêsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Helebê Zeyneb Qenber mijara duyemîn a bi navê “Berxwedana jinan û stratejiya vegerê” xwend.

Zeyneb Qenber got: “Jinan di Efrînê de roleke sereke dilîstin û berî dagirkirina Efrînê wan planek ji bo pêşeroja xwe ya siyasî di nav Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de amade kiribû, nexasim ku ew proje pêşketina civakî, çandî, aborî û şaristanî nîşan dide, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker xwest wê projeyê têk bibe û berê xwe da dagirkirina Efrînê.”

Zeyneb wiha domand: "Jinên Efrînî dê bi îsrar û berxwedana xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê bibin sembola tevahiya jinên Sûriyeyê, da ku ew jî xaka xwe rizgar bikin û di nav Sûriyeke pirreng, demokratîk û nenavendî de bi wekhevî û li gor bingeha biratiya gelan, bijîn."

Her wiha, endma rêveberiyê ya Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen jî got: " Efrînê di encama komployên navneteweyî de hat dagirkirin.Em jî wek Sûrî rêya me ya yekane berxwedan e."

/ar/uploads/files/2023/01/29/134344_hyfaa-hsn.webp

Heyfa Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Mîsaqî Milî pêk bîne û got: "Lê belê bi saya îradeya jinan û têkoşîna wan a li ser şopa Barîn Kobanê û Avesta Xabûr ew ê nikaribe van armancên xwe pêk bîne.ʹʹ

(mh)

ANHA