Pêşangeha Teknolojiyê bi dawî bû

Yekemîn Pêşangeha Teknolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Pêşangeha Teknolojiyê bi dawî bû
28 ÇILE, 2023   18:18
QAMIŞLO

Yekemîn Pêşangeha Teknolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (Înê) ji aliyê Şîrketa Rcell ve hat vekirin. 24 şîrket û dahênerên ji herêmê beşdarî pêşangehê bûn ku li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê hat vekirin.

Di roja duyemîn a pêşangehê de bi bername, semîner, panel, komxebat, pêşgirk û çalakiyên hunerî dewam kir.

/ar/uploads/files/2023/01/28/163015_img_9790.webp

Di pêşangehê de panelekê bi navê "Xezîneya Elektronîk" hat lidarxistin. Di panelê de girîngiya pergalên elektronîk û feydeyên wan di jiyanê de hatin nîqaşkirin. Her wiha ji aliyê xwendekarên Beşa Mekatronîk a Zanîngeha Rojava ve semînerek hate dayîn. Di semînerê de astengiyên li pêşiya projeyên xwendekaran û rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Piştre jî semînereke din li ser zîrekiya çêkerî û rola teknelojiya di zîrekiya çêkerî de hat dayîn.

Di dawiyê de şîrketa Rcell beşdarên pêşangehê, kesên afrîner û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xelat kirin.

Di dawiyê de hunermend Îmad Xelef stran gotin.

(bb)

ANHA