Cenazeyê şehîd El Ubeyd bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSDʹê Ebdurehman El Ubeyd bi merasîmekê li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd El Ubeyd bi merasîmekê hat veşartin
28 ÇILE, 2023   14:08
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê û şervanên QSDʹê cenazeyê şervanê QSDʹê Ebdurehman El Ubeyd li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê spart axê. Şervanê QSDʹê dema erkê xwe bi cih dianî, li gundê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.

Merasîm bi torana leşkerî ya şeravnên Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir. Piştre enadmê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Rîyad El Xelef sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Ebdurehman ji bo parastina Dêrazorê û xelekê wê canê xwe feda kir. Ev yek hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide."

Riyad El Xelef soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl îşart bi rola şehîdan a parastina biratiya gelan kir û anî ziman ku wê rêya şehîdan bişopînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Zehra El Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

(bb)

ANHA