​​​​​​​Li Serêkaniyê hate kuştin, li Rihayê organên wî dizîn

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker welatiyekî ji Serêkaniyê yê dagirkirî qetil kir û di nexweşxaneyeke Rihayê de organên wî dizîn.

​​​​​​​Li Serêkaniyê hate kuştin, li Rihayê organên wî dizîn
28 ÇILE, 2023   12:40
QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Memdoh Ehmed El Mûsa (38) ê ji gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê ya Qamişloyê di 25′ê Çileyê de bi guleyên artêşa Tirk a dagirker hate qetilkirin. El Mûsa dema ji gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê hewl dida derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, hatibû qetilkirin.

Li gorî ferdên malbatê ji ajansa me re parve kir, piştî qetilkirinê, leşkerên Tirk cenazeyê wî rakir nexweşxaneya dewletê ya li Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û li wir organên wî dizîn.

Li gorî agahiyên ajansa me ji malbatê wergirtin, dema cenazeyê wî li nexweşxaneyê bû organên wî yên hundirîn hemû hatin dîzin û pismamê wî Mihemed Elî El Nehar ê li Rihayê bi cih bûye, cenaze radest bir da ku piştre veguhêze nexweşxaneya Serêkaniyê.

Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê red kir ku cenaze derkeve derveyî Serêkaniyê. Ji ber wê malbata Memdoh neçar ma li wir veşêre.

ANHA’yê wêne û dîmenên cenaze bi dest xistin û tê de xuya dibe ku laşê Memdoh ji qirikê heta bi jêrî zik hatiye qilaştin.

Hate zanîn ku Memdoh li Lubnanê kar dikir, lê vegeriyaye da ku di ser Tirkiyeyê re berê xwe bide Ewropayê.

(fr)

ANHA