​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye

Beşdarên Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ‎pêwîstiya cîhanê bi şoreşeke ekolojîk heye û teqezî bi parastina xwezayê kir ku erka ‎her kesî ye.‎

​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye
​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye
​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye
​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye
​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye
​​​​​​​Komxebata Endazyariyê: Pêdivî bi şoreşa ekolojîk heye
28 ÇILE, 2023   12:31
HESEKÊ

Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Gund û bajarên ‎ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanî” li Hola Serdem a Hesekê vê sibê dest pê kir.‎

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Yekitiya ‎Odeya Endazyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Nirxandinan a Firatê, Navenda Rojava ‎ya Lêkolînên Stratejîk, Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Şerq û Zanîngeha Kobanê Komxebata a ‎Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 140 nûnerên saziyên ‎Rêveberiya Xweser, endazyar û akademîsyenan dest pê kir.‎

Di destpêka komxebatê de hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyê û endama Komîteya Amadekar a Komxebatê Îlham Mitlî axivî û îşaret bi ‎girîngiya lidarxistina komxebatê kir û got: “Bi beşdariya gelek endazyar, akademîsyen, ‎kesayetên çalak di plansaziya bajarvanî de û têkilarî kar û barên wê, qanûnê û pergalên wê ‎komxebata me dest pê kir ji bo ku em dîroka bajarvaniyê ya berê bi erênî û neyîniya wê ve ‎binirxînin.”‎

Îlham destnîşan kir ku ew ji komxebatê armanc dikin astengiyan derbas bikin, bi awayekî eşkere ‎di mecliseke fireh de ku ji xwediyên nêrîn, fikr û tecrube pêk tê, pêşniyar û nêrînan li gorî ‎pêvajoya heyî, gelên wê, çand û dîroka wan parve bikin û nîqaş bikin. ‎

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD′ê Foza Yûsif jî bal kişand ser karesata ku modernîteya kapîtalîst bi xwezayê kiriye û wiha got: "Cîhana me di krîza ekolojîk de ye. Encamên wê rojane li ber çavan in."

Foza wiha domand: "Sîstema global sîstema mezêxeran e. Normal e ku mirov bêje cîhan rûbirûyî talan û xwekujiyê ye. Dewlemend her tiştî dadiqurtînin ku pereyan qezenc bikin. Ji ber wê pêşxistina zanista ekolojiyê girîng e û nîqaşa li ser wê tenê ne li ser milê şaredariyan e. Lê belê li ser milê hemû ferdên cîhanê ye. Rêveberiya Xweser dikare vê însiyatîfê bigire ser xwe."

Foza wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava êdî ji cîhanê re bû nimûne û dikare bibe nimûneya şoreşa ekolojîk jî. Rewş guncaw in. Ji lew re divê em xwe bidin bawerkirin ku pêdiviya me bi lidarxistina şoreşa ekolojîk heye. Em di krîzeke cidî de dijîn. Ji lew re normal e hişkesalî û pandemî hebin. Divê em bibin dostê xwezayê, ne dijmin."

′DIVÊ EM PARASTINA MIROVAN Û XWEZAYÊ BIKIN′

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid jî got: "Heke em bi fikra neteweya demokratîk bawer bin, ji me hemûyan tê xwestin ku mirovan û xwezayê biparêzin."

El Ebid îşaret bi rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên dijbertiya xwezayê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker demografiya herêmên dagirkirî guherand, ava Firatê qut kir. Ev hemû rêbazên li dijî xwezayê ne."

Dûre cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd lidarxistina vê komxebatê pîroz kir û wiha got: "Bi salvegera 9′an a damezrandina Rêveberiya Xweser re ku gelek destkeftî pêk anîn, em hêvî dikin ku di vê komxebatê de gelek pêşniyar û nêrînên ji bo pêşxistina civak û jîngehê derkevin."

′DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER PLANSAZIYA BAJARVANIYÊ BIKE′

Şaredarê Şaredariya Grenoble ya Fransayê Antoine Buck jî bi rêya online beşdarî komxebatê bû û wiha got: "Hemû çare xwe dispêrin xweza û guhartina avhewayê. Divê tax fireh bin, da ku ji qerebalixê bi dûr bikevin û dar li derdora kolanan werin çandin. Divê bajar di nava xwezayê de bin. Divê li şûna tekolojiyê xwe bipsêrin enerjiya mirovan û divê erebe li hundirê bajaran neyên bikaranîn da ku qirêjiya li ser xwezayê hinekî sivik bikin."

Her wiha hevşaredarê berê yê Şaredariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê Bedîa Ozgokçe îşaret bi rola şaredariyan di parastina civakê de kir û wiha got: "Rola şaredariyan di guhartina siyasetên dewletan de pir girîng e."

Bedîayê bal kişand ser girîngiya plansaziya bajarvaniyê û wiha pê de çû: "Divê ji bo avakirina bajarvaniyê plansazî hebin. Anku li ser avakirina civakeke li gorî bajarvaniyê bi 50 salî were fikirandin. Divê di aliyê qanûnî de were parastin. Rêveberiya Xweser divê van xebatan bike."

Beîda wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê Rojava pêşketî be. Ew ji bo cîhanê nimûneyeke pir girîng e. Ji lew re divê em girîngiyê bidin xizmetguzariyên giştî û çareserkirina pirsgirêkên civakê."

(şx-fr)

ANHA