Komxebata Endazyariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Gund û bajarên ekolojîk êm birêxistinkirî û bajarvanî” li Hola Serdem a Hesekê dest pê kir.

Komxebata Endazyariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
28 ÇILE, 2023   09:43
HESEKÊ

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Yekitiya Odeya Endazyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Nirxandinan a Firatê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Şerq û Zanîngeha Kobanê Komxebata a Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 140 nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, endazyar û akademîsyenan dest pê kir.

Berpirsên komxebatê ji lidarxistina wê armanc dikin ku piştgiriyê bidin plansaziya bajaran û rêveberiya bajarvaniyê da ku bajar û gundên birêxistinkirî bên avakirin. Pirsgirêkên ku li pêşiya kar û xebatên şaredariyan nîqaş bikin, pergala bajarvanî û pergala zabîteya avakirinê bi pêş bixin û çareseriyan jê re peyda bikin û lêkolînan amade bikin da ku piştgiriyê bidin kar û xebatên fenî û endazyariyê.

Komxebat dê 2 rojan dewam bike. Li gorî bernameya roja yekemîn endama Komîteya Amadekar Îlham Mitlî dê bi xêrhatina beşdaran bike. Paşê Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd dê biaxivin.

Dê sînevizyonek têkildarî kar û xebatên şaredariyan bê pêşandan. Piştre endazyara petrokîmyayê û endama Yekitiya Endazyaran Hêvê Selahudîn Hesen rûniştina yekemîn; “Rewşa Pergala Bajarvaniyê” bi rê ve bibe.

Di beşa sêyemîn de ku bi navê “Nivîsgehên bajarvaniyê û rola wê di çareserkirina pirsgirêka malan de li ser plansaziya birêxistinkirî li gel şert û mercên îstîsna ku herêm tê re derbas dibe, danîna plansaziyan û lêkolînên stratejîk ji bo pêşerojeke baştir a bajar û gundên me” ji aliyê endazyar Kewser Mihemed ve dê were birêvebirin.

Hevserokatiya Peymangeha Lêkolînên Bilind a Zanistên Civakî û Mirovî Jiyana Mihemed û Elî Seyd Silo dê rûniştina duyemîn ya bi navê “Qanûnên birêxistinkirina kar û xebatên şaredariyan” bi rê ve bibin.

Rûniştina sêyemîn bi navê "Bandora siyasetê li ser pergala avakirin û endazyariya niştecihan" e. Vê rûniştinê hevserokê Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ebdulîllah Mistefa dê bi rê ve bibe.

Di roja duyemîn a komxebatê de dê 2 rûniştin hebin. Dê rûniştina çaremîn jî bi navê "Mîrasa avahiyên li herêmê, çawaniya parastina wê û danîna pergala avahisaziyê li gorî felsefeya neteweya demokratîk" be û dê ji hêla Dr. Silêman Îlyas ve were birêvebirin.

Rûniştina pêncemîn jî bi sernavê "Tecrûbeyên şaredariyan û pêşketina teknolojiyê" e. Dê ev rûniştin ji hêla cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve were birêvebirin.

Tê payîn komxebat bi gelek pêşniyaran û encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx-fr)

ANHA