​​​​​​​Malbatên karmendên hikumeta Şamê jî berê xwe didin Şêxmeqsûdê

Piranî malbatên li herêmên hikumeta Şamê yên li Helebê li gel kêmbûna mûçeyan azarên debara jiyanê dikişînin. Hin ji wan malbatan hewl didin berê xwe bidin taxa Şêxmeqsûd a dorpêçkirî.

​​​​​​​Malbatên karmendên hikumeta Şamê jî berê xwe didin Şêxmeqsûdê
28 ÇILE, 2023   03:28
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Mûçeyên ku karmendên li herêmên hikumeta Şamê werdigirin, têra wan heta 3-4 rojan jî nake. Ji lew re bi hezaran karmend piştî dewamê berê xwe didin karên din û xwe dispêrin pereyên xizm û malbatên wan ên li derve ji wan re dişînin.

Dikanên pevguherîna pereyan, pereyan bi lîreya Sûriyeyê didin. Li gorî Banka Navnedî ya Sûriyeyê her dolarek bi 4 hezar û 522 lîreyên Sûriyeyê ye.

Kêm caran ev dikanên pevguherîna pereyan, dolar didin. Ji ber ku dê cezayên tund li dijî kesên dan û standina bi pereyên biyanî bikin, werin ferzkirin. Her wiha ji ber ku hikumeta Şamê li dijî kesên dan û standinê bi dolar bikin astengiyê li wan dikin, ji lew re piranî berê xwe didin sûkên reş ku pereyên xwe biguherînin. Li sûkên reş her dolarek bi 6 hezar û 475 lîreyê Sûriyeyê ye.

Welatiya R.M. li beşa rojava ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de û dayikê 2 zarokan e bi cih bûye, got: "Rewşa debarê pir zehmet e û ne ji pereyên ji derve tên şandin bûya, me nikarî bijî."

Her kîloyeke mast bi 13 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û her kîloyek şîr bi 3 hezar û 300 lîre ye.

Her wiha her kîloyeke lebnê bi 16 hezar lîre ye. Kîloya penêr jî di navbera 17 hezar heta 18 hezar lîre ye. Penêrê dezî jî bi 30 hezar heta 32 hezar lîre ye û kîloya goştî mîna wê ye. Her hêkek jî bû 700 lîre.

R.M. got mûçeya hevjînê wê yê karmendê hikumeta Şamê, têra 3 heta 4 rojan nake û wiha domand: "Mûçeya hevjînê min 109 hezar lîre ye û têra beşeke pêdiviyên malê û zarokan jî nake."

R.M. wiha li gotina xwe zêde kir: "Heta tenê mûçe têra fatoreya heftane ya embêran nake ku 35 hezar lîre ye. Gelo wê çawa têra şîrê zarokan, pêdiviyên wan, serdana bijîk û hwd ji kelûpelên male yên rojane û cilan bike. Ji lew re hevjînê min neçar dimîne karekî din bike."

R.M. destnîşan kir ku bavê hevjîna wê mehane ji wan re 100 euro dişîne û li gorî lîreyê Sûriyeyê dike 700 hezar.

Her euroyek li sûkên reş ên Sûriyeyê bi 7 hezar û 30 lîreyê Sûriyeyê ye. Lê di lîsteya Banka Navendî de 4 hezar û 766 lîre ye. Ji lew re hemû berê xwe didin sûkên reş.

R.M hêvî kir ku li taxa Şêxmeqsûd an jî beşa rojhilat a Eşrefiyê bijî. Ji ber rewşa li wir ji rewşa li herêmên hikumeta Şamê baştir e û di dawiyê de got: "Me mala xwe ji bo firotinê pêşkêş kiriye û ger hate firotin, em ê biçin taxa Şêxmeqsûd an jî Eşrefiyê."

(fr)

ANHA