Di şoreşa Rojava de malbateke welatparêz: Malbata Hersan

Malbata Hersan di şoreşa Rojava de gelek berdêlên giranbuha dane. Malbat ji destpêka şoreşa Rojava ve di nava xebatan de çalak e û zarokên cêwî yên wê malbatê Harûn û Ehmed jî şehîd bûne.

Di şoreşa Rojava de malbateke welatparêz: Malbata Hersan
28 ÇILE, 2023   01:49
QAMIŞLO-ERDAL NÛMAN

Malbata Hersan li gundê Girê Sor ê Qamişloyê dimîne û ji 10 zarokan; 7 kur û 3 keç, pêk tê. Rakan Hersan di salên 1980'yî PKK'ê û rêber Abdullah Ocalan nas dike û pê re jî hişmendiya wî ya welatparêziyê geş dibe.

Di dema xwepêşandanan de ku li herêma Deraa ya Sûriyê di sala 2011'an de dest pê kiribû, 3 zarokên malbatê li Başûrê Kurdistanê dixebitîn û zarokekî wan jî leşkeriya mecbûrî ya artêşa Sûriyeyê dikir.

Bi pêngavên destpêkê yên şoreşa Rojava re ku di sala 2011 'an de bi pêşengiya şehîd Xebat Dêrik hatin avêtin, bav Rakan bi rêya telefonê bi kurên xwe yên li Kurdistanê re axivî û got li Rojava xebatên şoreşê dê pêk bên û jê xwest zarokên wî werin û xwedî li vê şoreşê derkevin. Piştî zarokên wî ji Başûr vedigerin, kurê wî Cano jî ji leşkeriyê fîrar dike û tev li şoreşê dibe. Tevî Rakan, 4 zarokên wî tev li YXK’ê û piştre jî YPG'ê dibin. Harûn û Ehmed anku cêwîyên malê jî dixwazin bi wan re bin, lê ji ber ku di wê demê de biçûk in, nikarin beşdar bibin.

Bi salan Harûn dibîne ku bav û birayên wî diçin pevçûnê û birîndar dibin. Ya ku herî zêde bandor li wî kir, ew bû ku bav û birayên wî li gorî pîvanên hevaltiyê li şûna hiyerarşiya malbatê nêzî hev bûn. Kekê wî yê mezin Cano fermandarê Rakan e û ev yek jî dibe sedem ku bûyerên komîk di nava malbatê de çêbin.

Ew hewayê berxwedanê ku bi salan e dibîne û pabendiya malbata wî ya bi têkoşînê bandorê li Harûn dike û di sala 2015’an de di nava refên YPG'ê de dibe şervan.

Biryareke vê malbatê ev e; ji malbatê 2 kes dê her tim li qada şer bin û ev jî dibe dijwariya herî mezin a li ber Harûn. Ji ber ku yê herî biçûk e û bi qasî yên din xwedî tecrube nîn e, nikare bkeve şer û hemleyan û ev jî moralê wî xirab dike. Ehmed jî ji ber ku Harûn tev lê bûye, dikare were ziyaretê, lê ji ber ku cêwiyê wî ye û 5 endamên malbata wî tev li YPG'ê bûne, ew jî nikare tev lê bibe û ev jî ji bo cêwiyan dibe pirsgirêkeke din. Ji dema jidayikbûnê ve ji hev veneqetiyane, lê ji bo şoreşê fedakariya wan a destpêkê jevdûrketin e.

Harûn navê xwe di nava YPG'ê de diguherîne û dike Hozan Qamişlo û êdî malbata wî jî bi navê Hozan bang lê dikir.

DI ŞEREKÎ LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DE ŞEHÎD BÛ

Di nava çend mehan de Harûn piştî hin tecrubeyên leşkerî bi dest xistibûn, bi zorê be jî, tev li hemleyan dibe. Piştî rizgarkirina Kobanê derfet dît ku tev li pêngava li Minbicê bibe lê xemgîn e ku nikaribû beşdarî ya Kobanê û ya Sîrînê bibe, ji ber ku birayên wî tev lê bûbûn.

Wê demê birayê wî Cano cara sêyem birîndar bûbû. Birîna wî ji ber guleyekê bû û hema santîmekê nêzî dilê wî ketibû. Bijîşkan diyar kir ku ev mucîze ye, ji ber dema gule lê ketiye dilê wî biçûk bûye. Dema Cano birîndar dibe, Harûn vê bûyera xemgîn ji xwe re wek firsendekê dibîne û tev li pêngava Minbicê dibe.

Di pêngavê de bi guleyeke çeteyeke DAIŞ'ê bi giranî birîndar dibe. Hevalên wî ew radikin nexweşxaneya li Kobanê, lê tevî hemû mudaxeleyan jî rizgar nabe û di 7`ê Tîrmeha 2016`an de şehîd dibe.

Cêwiyê wî Ehmed, ji dema ku ew birîndar bûbû qet ranezabû. Ji birayê xwe Cano û dayika xwe re digot ez hîs dikim ku tiştek bi Hozan hatiye. Ji berk u cêwî bûn û dema ku tiştek bihata serê yekî, yê din yekser hest pê dikir. Êşa Ehmed giran dibe û nexweş dikeve. Ne gotin û ne jî tiştên ku malbatê ji bo başkirinê dikirin, bi kêrî tiştekî nedihatin. Dayika cêwiyan Newroz, dizanî ku hestên Ehmed rast in û hewl da xwe ji xeberên herî nexweş re amade bike. Hevser û zarokên wî di şer de bûn. Ji aliyekî ve serbilind bû, ji aliyê din ve jî ji ber ku di her kêliyê de xeberên şehadetê dihatin, gelek caran destê wê li ser sînga wê dima.

Piştî ku Harûn şehîd dibe, êdî Ehmed wekî berê nikare bikeve û nexweş dibe. Rastiya ku parçeyê wî yê din êdî zindî nebû, ew bi yekcarî xemgîn kiribû. Malbatê ew biribû ser bijîşkan jî lê nexweşî nehatibû tespîtkirin.

'PIŞTÎ KU HARÛN ÇÛ EZ NÎVÇE MAM'

Ehmed ne li malê ne jî li derve rehet bû. Tu tişt nikare valahiya mezin a di jiyana wî de tijî bike. Bi hefteyan li ser difikire bê ka ew ê çi bike û çawa dikare bi cêwiyê xwe ve girêdayî bimîne. Bersiva pirsa xwe dîtibû û dema hemû ferdên malbata wî li malê bûn, biryara xwe ji wan re gotibû.

“Piştî ku Harûn çû, ez nîvçe mame, di vê têkoşînê de ji bo me û nifşên siberojê canê xwe feda kir, ez ê jî li ser şopa wî biçim. Ji malbatê re van gotinan dibêje û malbat jî qebûl dike, ji ber ku ew jî pê dizanin ku nikare bi rengekî din bijî.

Ehmed jî navê xwe kir Hozan Qamişlo û bû kadroyekî YPG'ê da ser şopa cêwiyê xwe.

Piştî mehan, rojekê ji nişka ve tê malê û dayika Newroz dibîne ku nexweşiya wî derbas bûye, pê dihese ku dilê wê bi kêfxweşiyeke bêterîf tijî dibe

Ehmed di hemû hamleyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Di destpêkê de azweriya tolhildanê li pêş bû, lê her ku pê de diçe wateya şoreşê bêhtir fêm dike û azweriya tolhildanê veguherand hesreta şoreşgerî û pê re veguherîna zîhniyetê jî pêk anî.

Piştî ku kurê wî şehîd deibe, Rakan dikeve nava xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan. Heta zarokê wan ê herî biçûk Raman jî, hemû zarokên wî di karê leşkerî de bûn. Di meha yekemîn a sala 2019'an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da lê li dû xwe malbateke baş û welatparêz hişt.

TENÊ NÎV SAETÊ DI SERSAXIYA BAVÊ XWE DE MA

Ehmed bê rawestan ji wê eniyê berê xwe dide eniyeke din. Dema bihîst ku bavê wî jiyana xwe ji dest daye, di hemleya Dêrazorê de bû û bi qasî nîv saetê hat sersaxiyê û dîsa bi lez û bez berê xwe da eniya şer.

Bi vî rengî sal didin pey salan û Ehmed êdî wek fermandar xebata xwe didomîne. Di roja 23'yê Cotmeha 2021'an de tevî 2 hevalên xwe diçe Kobanê. Dema vedigerin, erebeya wan ji ber ku kesekî ji herêmê ku ajanê MÎT'ê bû, agahî der heqê wan de da û di encamê de Ehmed û 2 hevalên wî di êrişa balafireke bêmirov a biçek de şehîd bûn.

DAYIKA KU CÊWIYÊN WÊ ŞEHÎD BÛNE: EZ SERBILIND IM

Agahiyên ku me der barê malbatê û şehîdan de bi dest xistine, wiha ne lê hevpeyvînên ku me bi malbatê re kirin, bi taybet ya bi dayikê re, pir zehmet bûn. Dayika Newroz piştî şehadeta cêwiyên xwe êdî her tişt ji bîr dike. Heçku ji bo ku êşa wan ji bîr bike, bîranînên cêwiyên xwe yên zarokatiyê ji bîr kirine. Kurê wê yê mezin Egîd hewl dida bûyeran jê re vebêje û me wê demê fêm kir ku êşa cêwiyên wê ew qasî kûr û nû ye ku wê bi xwe tercîh kiriye ji bîr bike da ku bi her bîranînekê bêhtir xemgîn nebe.

Ji ber vê yekê me destpêkê bi birayê wî Egîd Hersan re hevpeyvîn çêkir. Egîd yek ji şervanên destpêkê yên şoreşê bû. Di sohbeta beriya destpêkirina hevpeyvînê de ji me re got zaroka wê ya destpêkê bêyî wî mezin bûye, ji ber di xebatên şoreşê de bûye. Got bi PKK’ê re mezin bûne û tişta ku herî zêde bandor li wan kiriye jî ew bûye ku gotin û kirinên PKK’ê wekî hev bûne. Di destpêkê de ji malbatê bi giştî 5 kes tevî bavê wan tev li YPG'ê bûne. Her wiha got Harûn ve Ehmed ji ber ku cêwî bûne, heçku di heman laşe de jiyane. Ji ber ku ew cêwî ne û gelek kes tev li YPG'ê kirine jî gelekî hatine hezkirin. Got piştî şehadeta Harûn ku yek ji cêwiyan e, Ehmed dixwaze dev ji jiyaneke takekesî dihêle û wek kadro tev lê dibe. Egîd diyar kir ku ew ji malbatê wêdetir, xwe wek civata hevrêyan dibinin û tevî ku şehadeta cêwiyan ew xemgîn kirin jî, ji bo wan pîroz e ku di vê rêyê de bigihêjin şehadetê û ev rê jî rêya rûmetê ye.

Dayik Newroz jî got şehîdên cêwî xwişkên wan bi wê re mezin kirin û ew bi hestewariyeke mezin bi xwişkên xwe ve girêdayî bûn. Newrozê diyar kir ku dema ew mezin bûn di karên malê de gelek alîkarî dane wê û taybetmendiyên wan ên dilpak li pêş bûn. Dayika Newroz got cêwiyan bi hev re xwendiye û pir bi hev ve girêdayî bûne û dema ku yek ji wan nexweş diket, bandor li yê din jî dibû û heta ku di xew de jî wan dikarî bi hev re biaxivin.

Dayika Newroz anî ziman ku ew poşman nebûye ku cêwiyên wê bi vê armancê ber bi şehadetê ve meşiyane, serê wan bilind e û dema Kurdistan azad bû dê keda zarokên wê bi serkeftinê tacîdar bibe.

Cengîn (Cano) birayê cêwiyan ê din, got dema birayên wî ji hev dûr bûn bêhna wan teng dibûn û nedikarîn bêyî hev bijîn. Her wiha diyar kir ku hemû kesên li derdorê ji wan gelekî hez dikir û piştî şehadeta wan hevalên wan hê jî dihatin serdana malbatê. Cengîn destnîşan kir ku şehîd Harûn di serî de bi xwesteka xwe tev lê bû û piştî şehadeta wî, şehîd Ehmed got xwesteka wî ya tevlêbûna malbatê û bi vî awayî ji jiyana malbatî û takekesî dûr ket û li ser şopa şehîdan meşiya.

Xwişka cêwiyan a mezin Evînê jî got wê alîkariya dayika xwe kiriye, ji ber ku malbat qelebalix bû û Harûn mezin kir. Evînê diyar kir ku heke yek ji wan li derve şer bikira, yê din her çend ne li wir bûya jî, êşa yê din hîs dikir û anî ziman ku têkiliyên wê yên hestewar bi şehîd Harûn re gelekî xurt bûn û dema derfet bi dest xist teqez dihat cem wê. Evînê anî ziman ku ew kêfxweş e ku birayên wê tev li şoreşê bûne û pê serbilind e.

Birayê din ê cêwiyan Ciwan jî diyar kir ku Harûn û Ehmed di sala 1998'an de ji dayik bûne û zaroktiya wan gelekî çalak bûye û dema şoreşa Rojava dest pê kir, hewl dan berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Ciwan got di dema şehadeta Harûn de cêwiyê din hîs kir û êş kişand û piştî şehadetê cêwîyê din soz daye û beşdar bûye û di 23'yê Cotmeha 2021'an de şehadeta cêwiyê din pêk hatiye. Ciwan anî ziman ku wan xebera şehadeta yekemîn li malê bi tilîliyan pêşwazî kiriye û serê wan bilind e. Ciwan diyar kir ku wan şehadeta din jî bi wî awayî pêşwazî kiriye û di dawiyê got heke ji malbata wan tenê kesek jî bimîne ew ê heta şehadetê li ser vê rêya rast bimeşin.

ANHA