Têkildarî guhertina demografî komxebatek hat lidarxistin

Têkildarî guhertina demgorafî ya li Sûriyeyê komxebatek li paytexta Misir Qahîreyê, hat lidarxistin. Di komxebatê de ji bo rêgirtina li ber guhertina demogafî çareserî hatin pêşkêşkirin.

Têkildarî guhertina demografî komxebatek hat lidarxistin
27 ÇILE, 2023   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolîn, Şêwirî û Perwerdeyê ya Farabî ya li Malbenda Rewşenbîrî ya Misirî ya Qahîreyê komxebatek bi navê "Guhertina demografî ya li Sûrieyyê û yekitiya niştîmanî ya dewletê: encam, sedem û rêbazên rawestandinê" li dar xist.

Di komxebatê de berdevkê sekreterê giştî yê  Komkara Erebî Cemal Ruşdî, seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, serokê Navenda Farabî Midhet Hemad, rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman, dîplomatên berê, efserên berê, serokên saziyên lêkolînan û mafên mirovan û mamosteyên zanîngehan û rojnamevan, beşdar bûn.

Di encamnameya komxebatê de, ji bo rawestandina guhertina demgorafî ya li Sûriyeyê ev xal hatin destnîşankirin:

1-Bi mijara pirsgirêkên nîştimanî, divê diyalogên sûrî-sûrî di bin sîwana Komkara Erebî de dest pê bikin.

2-Divê rola erebî wekî hembêzkirina doza Sûriyeyê were vegrandin û piştevahî yekitiya nîştimanî ya dewleta Sûriyeyê were dayîn.

3-Li hemberî hewldanên guhertina demgorafî ya Sûriyeyê divê xebatên sûrî û erebî werin xurtkirin.

4-Divê rêgeza dewleta nîştimanî ya sûrî were rûniştandin, taybetmendiyên bawerî, olî û etnîkî werin parastin. Li gorî bingehê wekhevî û edaleta siyasî divê mafê nûnertiya siyasî ya hemû pêkhateyan were mîsogerkirin.

5-Divê tevahî hêzên biyanî bi lez ji xaka Sûriyeyê werin derxistin.

6-Li hemberî xîtabên şaş ên ku hewl didin wêneya MSDʹê reş bikin û wê wekî hêzekî girêdayî derve nîşan bidin, divê pêngaveke têkiliyên giştî yên navneteweyî bi MSDʹê re werin destpêkirin. Her wiha divê xîbateke ragihandinê ya diyar ji bo perespektîfên MSD û armancên wê yên nîştimanî yên sûrî were dayîn.

ʹKOMKARA EREBÎ DESTEKÊ DIDE YEKITIYA XAKA SÛRIYEYÊʹ

Bi navê Komkara Erebî, şêwirmendê Komara Dewletên Erebî Cemal Ruşdî wiha axivî: "Rejîma Sûriyeyê bi awayekî mezin berpirsa guhertina demografî ye. Nîvê welatiyên Sûriyeyê penaber bûn û ev jî ne bêsedem e. Her wiha rejîmên Îran û Tirkiyeyê jî siyaseyên birêkûpêk ji bo guhertina demografiya herêmê didin meşandin ku di encamê de dê gelek bandorên nerênî bi xwe re bîne."

Ruşdî wiha domand: "Rojhilata Navîn ji gelek pêkhateyên olî û çandî pêk tê. Ji ber şerên dîrokî yên ku li vê herêmê qewimîne guhertina demografî çêbû. Lê guhertina demografî ya li Sûriyê ne tenê ji bo Sûriyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn pirsgirêkek e."

Ruşdî destnîşan kir ku kirîza Sûriyê yek ji kirîzên herî mezin e û got: " Lê mixabin ev kirîz hat jibîrkirin. Li herêmên rejîmê kirîzeke aborî ya dijwar heye, ev jî cihê xemgîniyê ye û dihêle hêviyên me yên vejîndina Sûriyê kêmtir bibin."

Mamosteyê qanûna navneteweyî û sekreterê giştî yê Desteya Bilind a Zanistî ya Navenda Farabî Muxtar El Xebaşî der barê guhertina demografî de got: "Ev doz doza herî kûr li ser asta navneteweyî û herêmî ye. 4 dewlet û hin rêxistinên xwecih di serî de Tirkiyê piştre Îran, piştre dibe ku Rûsya û DAIŞ û hin rêxistinên wek Artêşa Azad a Sûriyeyê guhertina demografî bi rê ve dibin."

El Xebaşî destnîşan kir ku yek ji armancên nêzîkbûna bi rejîma Şamê re pêkanîna guhertina demografî ye.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi rêya bernameya zoom’ê beşdarî komxebatê bû.

Îlham Ehmed îşaret yekitiya xaka Sûriyê û nasnameya wê ya giştî kir û diyar kir ku divê taybetmendiyên baweriyên olî û entîkî, mafên nûnertiya siyasî ya hemû pêkhateyan li gorî bingehê edalet û wekheviya siyasî werin mîsogerkirin.

Nûnera MSD'ê ya Misirê Leyla Mûsa diyar kir ku armanca wan a sereke parastina erdîngarî û serdestiya Sûriyeyê û bi bîr xist ku tu pirsgirêk li gel pergalên navendî tune ne ku dev ji xaka xwe berdin.

Leyla Mûsa anî ziman ku gelê Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku kirîza Sûriyê dê bi diyaloga sûrî-sûrî were çareserkirin û got: "Lê belê ew nikarin serbixwe bibin, çareseriya li Sûriyê çareseriyeke siyasî ne leşkerî ye, ji bo vê yekê jî em bi rola Komkara Erebî bawer in."

)mh)

ANHA