​​​​​​​Fîras Çekjîn: Di navbera DAIŞ′ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye

Ji fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê da zanîn ku ji bo têkbirina îstîqrara herêmê di navbera dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ′ê de koordîneyeke eşkere heye. Her wiha spasiya şêniyan kir ku ji hêzên wan re dibin alîkar.

​​​​​​​Fîras Çekjîn: Di navbera DAIŞ′ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
28 ÇILE, 2023   04:24
KOBANÊ

Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyonên xwe yên li dijî çeteyan didomînin.

Li ser rêveçûna pêngavê, ji fermandarên QSD′ê yên herêma Firatê Fîras Çekjîn axivî û got: "Operasyona ewlehiyê piştî ku demeke dirêj çalakiya çeteyan hate şopandin bi hevkariya QSD′ê pêk hat."

Çekjîn wiha domand: "Hedefgirtina nuqteyên QSD′ê û Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê ya beriya mehekê, hemwextî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Ji ber ku di navbera DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker de koordîneyeke eşkere heye."

Çekjîn wiha pê de çû: "Bê guman DAIŞ′ê hewl da ji nû ve xwe bi rêxistin bike û bi taktîkên nû êrişî herêmê bike. Me ev xeteriya ku gefan li gelê me dixwe, nas kir û me li gorî wê operasyona ewlehiyê ya serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê li herêmê diyar bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da destpêkirin."

Çekjîn diyar kir ku pêngav li gorî plansaziya hatiye danîne tê birêvebirin û ev tişt got: "Hêzên me gelek çete girtin, mîqdareke mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî yên ku DAIŞ′ê amadekariya bikaranîna wê li dijî hêzên me û welatiyan dikir, desteser kirin. Me jî plansaziyên ku DAIŞ′ê û piştgirên wan dikirin, hedef girtin."

Çekjîn ev tişt anî ziman: "Di navbera hêzên ewlehî û şêniyên herêmê de hevkariya baş heye. Em helwestên wan ên mezin di vê pêngavê de pîroz dikin. Divê welatî her tiştekî gumanbar dîtin agahiyê bidin."

Fermandar Fîras Çekjîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Di salvegera rizgarkirina Kobanê de peyamên eşkere yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hene. Ew hewl didin derbeyê li îstîqrara herêmê bidin. Lê bi ruhê berxwedana Kobanê ku DAIŞ′ê di aliyê erdnîgarî de li Sûriyê bi dawî kir em ê vê fikirê, jêder û piştgiriyên wan têk bibin."

QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn çarşema borî Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ragihandibû.

(fr)

ANHA