​​​​​​​Gerînendeyê CIA’yê li Îsraîlê ye

Gerînendeyê CIA’yê dê bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlê, rayedarên Filistînê û fermandarên her du aliyan re bicive û dê dosyaya nukleerî ya Îranê, hevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Rûsyayê de û çalakiyên Îranê yên li herêmê nîqaş bikin.

​​​​​​​Gerînendeyê CIA’yê li Îsraîlê ye
27 ÇILE, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Willam J. Burns duh gihaşt Îsraîlê. Li gorî rapora malpera Wala ya Îsraîlê, tê payîn ew bi hempîşeyên xwe yên Îsraîlê, rayedarên Filistînê û fermandarên her du aliyan re bicive.

Li gorî rapora Walayê, dê di civînê de dosyaya nukleerî ya Îranê, hevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Rûsyayê de û çalakiyên Îranê yên li herêmê werin nîqaşkirin.

(fr)