Nimûneya îradeya gelan û baweriya serkeftinê: Kobanê

Mihemed Şahîn got serkeftina Kobanê bi baweriya gel bi doza xwe pêk hat û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê bibin yek û li hember dewlet û rejîmên ku destkeftiyên şoreşê tehdît dikin, bisekinin.

Nimûneya îradeya gelan û baweriya serkeftinê: Kobanê
25 ÇILE, 2023   23:45
KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bi minasebeta salvegera 8′an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ′ê (26′ê Çileya 2015′an) ya piştî berxwedaneke bêhempa ku şervanên YPJ û YPG′ê 134 rojan li dijî çeteyan DAIŞ′ê raber kir, ji ajansa me re axivî.

Çeteyên DAIŞ′ê di 15′ê Îlona 2014′an de ji sê aliyan ve êrişî Kobanê kir. Armanca wan ew bû ku bajar dagir bikin û seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ku xeta destekê ya DAIŞ′ê bû, kontrol bikin û baregehên xwe yên terorê li Sûriye û Iraqê ava bikin.

Mihemed Şahîn salvegera 8′an a rizgarkirina Kobanê li kurdistaniyan û mirovahiyê pîroz kir û wiha got: "Berxwedana Kobanê xwedî bingeheke gelêrî û îdeolojîk e. Gelê Kurd bi sedan salan e ji mafên xwe yên siyasî mehrûm e, siyasetên qirkirin û asîmîlekirinê li dijî wan hatin meşandin. Di berxwedana Kobanê de encamên ku nekarîbû di dîrokê de bi dest bixista, pêk anîn."

Şahîn wiha domand: "Ev serkeftin ne tenê serkeftineke leşkerî ye, xwe dispêre bingeha baweriya civakê bi doz û nirxên xwe û hezakirina civakê ku azad û demokrat bijî."

′ARMANC TÊKBIRINA ŞOREŞÊ BÛ′

Şahîn diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re gelek tiştên erênî pêk hatin. Vê berxwedanê siyasetên dijmin ên bi nûnertiya çewisandina nasnameya Kurd û doza wî ji raya giştî re neyê parvekirin, bi bin xistin. Şahîn wiha pê de çû: "Li kêleka wan hemûyan, vê berxwedanê pêkhateyên Sûriyeyê û hêzên azad û demokrat kirin yek. Me dît çawa hêzên kurdistanî destek da Kobanê."

Têkildarî plana mezin a ku DAIŞ bûbû amûra pêkanîna wê, Şahîn got: "Hêzên ku êrişî Kobanê kiriye, ne di asta yek rêxistinê de bû. Lê belê rêxistineke desteka xwe ji rejîmên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn û piranî hêzên tarî werdigirt ku hişt DAIŞ êrişî Kobanê bike. Armanca wê ne tenê dagirkirina bajar bû, lê armanc şikandina vîna gel bû ku xwe bi xwe rêveberiya demokratîk bi rê ve dibir û şoreşa ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê kir. Anku armanc hilweşandina vê şoreşê bû û encam jî berevajî planên wan bû."

Şahîn ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Me dît çawa kurdistaniyan û heta piranî hêzên derveyî Kurdistanê li dora Kobanê û gelê Kurd civiyan. Ji ber ku ew bi meşrûiyeta doza Kurd û fikrê neteweya demokratîk bawer bûn. Me dît çawa artêşên mezin û pêşketî li hember DAIŞ′ê têk çûn, lê gelê me bi vîna xwe li hemberî wê sekinî, YPJ û YPG′ê bi çekên xwe yên sivik li hember wê bi ser ketin.”

Şahîn diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê gava yekemîn bû ku hemû cîhanê Kurd, doz û fikra neteweya demokratîk nas kir, her wiha berxwedanê ji tevahî cîhanê û gelên bindest re îsbat kir ku vî gelî xwe bi vînê, bawerî, doz, edalet, demokrasî û azadiyê bi çek kiriye û dê bi ser bikeve. Dema bi sedan ciwanan bi çekên sivik li hember mezintirîn çekên li gel DAIŞ′ê sekinîn û cîhan neçar kir ku li dora Kobanê bicivin, ev yek eşkere bû."

Têkildarî serkeftina li Kobanê Şahîn destnîşan kir ku ew serkeftin ne tenê serkeftineke leşkerî ye, lê belê berxwedana Kobanê mirovahî li dora nirxên wê kir yek û destkeftiyên li Kobanê pêk hatine, veguherîn destkeftiyên dîrokî.

′BAWERÎ SERKEFTINÊ ÇÊDIKE′

Li ser gefên li dijî Kobanê yên di çend mehên dawîn de Şahîn ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk li hember destkefiyên di berxwedana Kobanê de hatine bidestxistin û qonaxa piştî wê re gefeke rasteqîn e. AKP′ê hewla têkbirina tecrîda demokratîk, van nirxên pîroz û hemû destkeftiyên li ser erdê dike."

Mihemed Şahîn got: "Careke din ji erka me ye ku em berxwedanaeke dîrok pêk bînin û wê demê em ê desteka cîhanê qezenc bike. Em bi vê yekê bawer in, lê baweriya me ya herî zêde bi gelê me heye. Ger berxwedaneke bi rihê berxwedana Kobanê hate raberkirin, wê demê em ê baweriya cîhanê careke din qezenc bike û li hember van rejîman mîna AKP′ê bi ser bikevin û destkeftiyên xwe yên bi saya fedekariyan şehîdan biparêzin û vê tecrûbeya neteweya demokratîk giştî bikin."

Şahîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em bawer in ku ger gef hatin xwarin, dê gelê me ji berê bêhtir li ber xwe bide û dê cîhan jî careke din li dora Kobanê bicive û li hember êrişan bisekine."

Mihemed Şahîn wiha axivî: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa gel a li hember desthilatê ye. Di Kobanê de ev yek hate îsbatkirin ku çawa hêzên demokratîk li hember DAIŞ′ê ku nûnertiya hêzên desthilat û hegemon dikir, bûn yek. Ji lew re divê hemû gel niha careke din li hember hemû rejîmên desthilat ku civakên cîhanê bi salan e azaran ji dest wan dikişînin, bibin yek."

Di dawiyê de Mihemed Şahîn ev tişt got: "Mîna çawa hêzên desthilatdar li dijî gelan bûn yek, divê gel jî vê yekê bikin. Ev yek, bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ′ê bangewaziya me ye. Têkçûna şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkçûna hemû gelan û nirxên wan e. Dê ew yek derfetê bide rejîma dewletê ku hegemonyaya xwe li ser civakê ferz bike. Em bi hêvî ne ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê berxwedana Kobanê bibe yek û li kêleka hêzên xwe QSD′ê bisekine, da ku hemû planên li dijî gel têk bibin."

(fr)

ANHA