Yekitiya Pîşeyên Tibî: Divê rêxistinên tibî li dijî tecrîdê zextê li dewleta Tirk bikin

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên tibî kir ku ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

Yekitiya Pîşeyên Tibî: Divê rêxistinên tibî li dijî tecrîdê zextê li dewleta Tirk bikin
25 ÇILE, 2023   10:57
HESEKÊ

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Yekitiyê bang li komîte, rêxistin û yekitiyên tibî kir ku destwerdanê bikin û ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

Li pêş Nexweşxaneya Gel a li Ezîziyê ya Hesekê daxuyanî hate xwendin. Çavdêra li ser beşa hemşîretiyê Songul Hemo bi zimanê kurdî û hevseroka Nexweşxaneya Gel Şevîn Ebdulqadir bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Li gel tecrîda li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji 1999′an ve, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 22 mehan e rewşa wî ya tenduristî eşkere nake.

Dewleta Tirk a dagirker agahiyên li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere nake. Armanca wê bêparkirina Rêbertî ji parastina qanûna navneteweyî ye û ev jî metirsiyên mezin li gel me çêdike.

Em kadroyên tenduristiyê û tibî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê daxuyaniyê didin û raya giştî ya cîhanê li hember rêber Ocalan berpirsyar dibinin.

Diviyabû ev rêxistin biçûna girtîgeha Îmraliyê û daxuyaniyek li ser tunebûna mercên tenduristî û baldariya tibî ya ji rêber Ocalan re bidana û piştî vê bêdengiya li ser rewşa wî, divê yekser destwerdanê bikin û rola xwe li gorî qanûna navneteweyî pêk bînin.

Em amade ne ku dema derfet ji me re çêbû bi rêber Ocalan re bicivin û rola xwe pêk bînin."

(fr)

ANHA