Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê nerazîbûnên li hember rewşa jiyanî

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa jiyanî ya xirab a li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, rewşa Tirkiyê û krîza Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê nerazîbûnên li hember rewşa jiyanî
25 ÇILE, 2023   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

‘JIYANA GELÊ BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ GIRÊDAYÎ PEREYÊN JI DERVE YE’

Girêdayî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Lêçûna debarê ya mehekê li Sûriyeyê herî kêm milyonek lîreyên Sûriyeyê derbas dike (her dolarek li sûka reş nêzî 6 hezar lîreyê Sûriyeyê ye). Mûçeyên karmendan ên herî bilind jî 150 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas nake. Di mehên dawîn ên 2022′yan de buhayê her tiştî bilind bû. Nexasim piştî ku sotemenî li sûkan nema û ger were dîtin jî bi buhayekî pir bilind tê firotin. Lîtreyeke benzînê li sûka reş, ger bê peydakirin bi 13 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û yê mazotê jî gihaşt 6 hezar lîreyên Sûriyeyê. Vê yekê bandor li tevahî aliyên jiyanê mîna xurek, derman û çandiniyê kir. Lê bazirganiya derve û tevgera hindardeyê bi rêya deriyê sînorî yê Nesîb ê li başûrê Sûriyeyê li ser sînorên bi Urdinê re, wekî xwe ma. Ji ber ku dan û standina bi pereyê biyanî ye, ne bi pereyê herêmî ye. Êdî diyardeyên nû di civakê de derketin, ên herî girîng jî; dev ji xwendinê berdan ku gelek xwendekaran xwendin terikand û ji bo debara malbatên xwe li sûkan kar kirin.

Rojnameger Reyan Marûf ê ji Siwêdayê ji Şerq El Ewset re wiha got: “Reftarên xelkê başûrê Sûriyeyê hilweşîna aborî ya dewleta Sûriyeyê nîşan dide. Nerazîbûnên li hember cemidandina tevgera kirîn-firotinê li her derê tên bihîstin û gihaştiye asta teqînê, xelk bi rêya xwepêşandan û nerazîbûnan hêrsa xwe nîşan dide, dikanên xwe digirin, karmendên hikumetê bi rojan betlane dikin, tevgera trafîkê li bajar û bajarokan hema bêje tune bûye, daxwazên siyasî û jiyanî û serbestberdana girtiyan tên kirin. Ev metirsî li Derayê jî hene, lê li herêmên din ên Sûriyeyê dev ji alîgiriya rejîma Sûriyeyê bernadin û bê deng in. Dibe ku ji ber şert û mercên ewlehiyê nikarin daxwaza mafên xwe bikin. Li hin herêman jî hewl didin ji hebûna Amerîkayê ji bo pêkanîna projeyan sûdê wergirin. Her du dostên rejîma Sûriyeyê (Îran- Rûsya) jî nêzî rewşa jiyanî û aborî nabin, gendeliya di dewleta Sûriyeyê de jî lê zêde dibe.”

‘GOTARA THE ECONOMISTÊ YA LI SER DÎKTATORIYA ERDOGAN MEDYAYA TIRKIYEYÊ DIXE TEVGERÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî rojeva Tirkiyeyê wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji ber raporeke wê ya li ser dîktatoriya li Tirkiyeyê ya di bin siya hikumê Erdogan de, kovara heftane The Economist rexne kir û got kovareke Brîtanyayê nikare çarenûsa welat diyar bike.

Rapora kovarê bi vê sernavê “Dîktatoriya Tirkiyeyê ya li asoyan xuya dike: Raporeke taybet li ser împaratoriya Erdogan” bû.

Vê hejmara kovarê piştî ku Edogan vê hefteyê lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên serokatiyê û parlamentoyê di 14`ê Gulanê de pêşniyar kiribû, derket.

Erdogan ev bersiv da kovarê: “Gelo kovareke Brîtanyayê dikare çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike? Gel dê biryarê bide.”

Serokê Daîreya Peywnediyan a Serokatiya Tirkiyeyê Fahrettin Altun jî piştî çend saetan ji civîna wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglo û hempîşeyê wî yê Amerîkayêyê Antony Blinken li Washingtonê, bi 7 twittan bersiva kovara The Economist da.

Bersivên Erdogan û Altun ev pirs derxistin holê; çima ev qasî êrişî gotarekê dikin. Hin çalakvanên medyayê dibêjin ku gotarê rastiya ku Erdogan hewl dide veşêre, eşkere kiriye, ji lew re Erdogan aciz bûye.”

‘TEVGERÊN AMERÎKAYÊ JI BO HEWLDANÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ’

Rojnameya El Beyan jî li rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: “Hemwextî nêzîkbûna salvegera duyemîn a Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya 1-5`ê Sibata 2021`an de li Cinêvê pêk hatiye û di encamê de Meclisa Serokatiyê û Hikumeta Yekitiya Nîştimanî hatine avakirin, li Lîbyayê tevgereke siyasî, dîplomatîk û navneteweyî heye.

Meclisa Serokatiyê diyar kir ku serokê meclisê Mihemed El Menfî bi nûnerê taybet ê Amerîkayê yê li Lîbyayê Richard Norland re bi telefonê axiviye û behsa gavên ku ji bo bidawîkirina cemidandina siyasî û pêşxistina proseya siyasî ya bi rêya hevdîtinên wî yên dawîn de kiriye.

Nûnerê amerîkî jî diyar kir ku Amerîka di projeya lihevhatina nîştimanî de piştgiriya Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê dike.

Li gorî çavdêran, peywendî di çarçoveya rola Amerîkayê ya li Lîbyayê de bi pêş dikeve ku Washington hewl dide vebijêrkên xwe yên di rêgehên çareseriya siyasî ya li welat de mayînde bike. Çavdêran destnîşan kir ku Amerîka hewl dide aliyên dijber bi birêxistinkirina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê di vê sale de, tunekirina milîsan, derxistina çeteyên biyanî û pêkanîna lihevhatina nîştimanî îqna bike.”

(fr,cx)