MXDŞ: Wê civaka êzidî hesab ji sîxuran bixwaze

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li civaka êzidî kir ku destekê bide 'Operesyona Tolhildanê' a li dijî sîxuran hatî destpêkirin, bang li ciwanan jî kir ku nekevin xefikên PDK`ê û dijmin.

MXDŞ: Wê civaka êzidî hesab ji sîxuran bixwaze
25 ÇILE, 2023   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (24`ê Çileyê) Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê û Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li dijî sîxûran ‘Operasyona Tolhildanê’ da destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) derbarê pêngavê de daxuyaniyek da û xwest civaka êzidî destekê bide operasyona hêzên parastinê.

Di daxuyaniya MXDŞ`ê de hat diyarkirin ku operrsyon pêngaveke girîng e û bang li gelê êzidî hat kirin ku bi hemû hêza xwe di warê agahiyan de destekê bide vê operesyona taybet.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên destê wan di xwîna civaka êzidî de heye û bûne sedema şehîdkirina pêşengên êzidiyan, ji êzidîtayê derketine.

Hat gotin ku di salên borî de heya nihe gelek bedel hatine dayîn, hesabxwestina ji dijmin û hevkarê wan erka her xêrxwazekî vê civakê ye û wiha dewam kir: “Em banga xwe ji bo ciwnanên xwe dubare dikin ku ku nekevin xefikên PDK`ê û nekevin bin bandora dijmin. Kesên bi dijmin re dibin hevkar, wê ev civak hesab jê bixwaze.

Em serkeftinê ji hêzên xwe yên leşkerî re dixwazin, bi saya wan Şengal aram e. Civaka me bi saya hêzên xwe yên parastinê dikare li ser vê axê jiyan bike û cejnên xwe pîroz bikin.”

(cx)