Şêniyên Reqayê 2 şehîdên QSD′ê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Reqayê û gundewarên wê 2 şervanên QSD′ê li goristana şehîdan a Reqayê ya li gundê Hikumiyê spartin axê.

Şêniyên Reqayê 2 şehîdên QSD′ê oxir kirin
24 ÇILE, 2023   12:43
REQA

Di merasîma şehîd Ela Hisên El Hac û Mistefa Casim El Elî de şêniyên Reqayê, gundwarên wê, fermandarên QSD′ê, gelek rûspî û şêxên eşîrên Reqayê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD′ê Armanc Elî axivî û wiha got: "Em îro 2 şervanên xwe yên leheng ku di oxira ewlehî û aştiyê de canê xwe da, oxir dikin."

Eîl wiha domand: "Ji dema rizgarkirina Reqayê ve me şehîdên xwe ji bîr nekirin û ji bîr nakin jî. Armanca wan ewlehî û îstîqrar pêk bihata. Ji lew re hêzên me bi hemû hêza xwe hewl didin ev armanc pêk were û li dijî hemû komployên derve û yên hundir disekinin."

Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji vir, ji vî cihî pîroz dibêjin em amade ne li dijî hemû êrişan bisekinin. Şerê me yê li dijî DAIŞ′ê nîşaneya vê yekê ye û tecrubeyên me yên dirêj ên şer û berxwedanê hene."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehre El Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA