​​​​​​​Şêxên eşîran hewldanên derxistina aloziyê yên li Reqayê şermezar kirin

Meclisa Rûspiyan a Reqayê bi daxuyaniyekê sûcê li dijî mamoste Nûra Ebid û keça wê şermezar kir û bang li tevahî şêniyên Reqayê kir ku nekevin xefika hewlên aliyên dijberî gelê herêmê.

​​​​​​​Şêxên eşîran hewldanên derxistina aloziyê yên li Reqayê şermezar kirin
24 ÇILE, 2023   13:10
REQA

Bi beşdariya bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê Meclisa Rûspiyan a Reqayê daxuyaniyek da. Şêxê eşîra El Elî, Remedan El Rehal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 16′ê Çileya 2023′yan de me, Meclisa Rûspiyan a Reqayê agahî li ser sûcê hovane yê li dijî Nûra Ebid El Ehmed û zaroka wê Rama Ehmed El Zoro bihîst. Ev sûcekî dermirovî ye.

Li gorî şopandina me bi aliyên têkildarî hûrgiliyên vî sûcî re, em ji aliyên têkildarî agahdar bûn ku saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Nivîsgeha Sûcên Birêxistinkirî ji bo komkirina agahiyan û eşkerekirina hûrgiliyên sûcê û serdegirtina sûcdaran de yekser tev gerîn. Van saziyan kesê tawanbar di 24 saetan de girt.

Têkildarî mijarê hevjînê Nûra banga çalakiyeke protestoyê kir ku aliyên dozger cezayên tund li dijî sûcdaran ferz bikin.

Lê ev bang ji aliyê hin kesên girêdayî aliyên derve û xwedî berjewendiyên cuda hate bikaranîn û ketin nava xwepêşandêran û ev yek vegerandin êrişekê û saziyên Rêveberiya Xweser û karkerên wê kirin hedef.

Van kesan êrişî avahiya Desteya Edaletê kir û hişt kesên girtî birevin, her wiha êrişî girtîgehê kirin û hewl da wan bidin revandin. Ev yek nîşan dide ku armanca wan berevajî banga hevjînê Nûrayê ye û ev yek kirin derfet.

Ev êriş û ev aloziya ku van kesan çêkiriye, tu têkiliya xwe bi exlaqê eşîrên me re tune ye û bandorê li doza malbata Nûra dike û aloziyek li herêmê çêkir.

Em Meclisa Rûspiyan a Reqayê, di demekê de vî sûcî bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe bi malbatê re radigihînin û azarên wê nas dikin, di heman demê de piştgiriya xwe ji hemû saziyên Rêveberiya Xweser re jî nîşan didin. Nexasim Desteya Edaletê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Em bi tundî van kiryarên xerabkirinê yên li dijî mal û milkên giştî şermezar dikin.

Ev sûc li dijî me malbatên me hemûyan e û bang li aliyên taybet dikin ku li sûcdaran neyê rehmê û cezayên tund bibirin. Her wiha bang li her kesî dikin, nexasim şêniyên eşîra El Cês nekevin xefka kiryarên hin kesên hewl didin îstîqrara herêmê têk bibin."

(fr)

ANHA