Fermandariya YPJ`ê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên li Şêxmeqsûdê re parve kir

Fermandariya Giştî a YPJ’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn xwest.

Fermandariya YPJ`ê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên li Şêxmeqsûdê re parve kir
23 ÇILE, 2023   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Em li gel berxwedêr û pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî ya gelê xwe yê li Şêxmeqsûdê ne. Weke Fermandariya YPJ’ê em ji ber avahiya ku hilweşiya xemgînî û êşa gelê xwe parve dikin. Di vê hilweşandinê de 16 hemwelatiyê me jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. Em ji malbat û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Gelê me yê welatparêz ên Şexmeqsûd, Şehba û Efrînê ji destpêka şoreşê heta roja me ya îro berxwedayîneke bêhempa nîşan didin. Dorpêça ku li ser gelê me tê pêkanîn yek jê jî rêbazên polîtîkaya bê îradekirina gelan e. Ev rewşa ku hate jiyîn encamê şerê li herêmê ye. Ji ber avahiyên heyî piraniya xwe di encama şer de zirar dîtine. Ji ber derfetên gelê me yê jiyana xwe di warê maddî de başkirinê nîne, di wan avahiyan de jiyana xwe didomînin. Gelê me rewşeke ewqasî giran dijî û rojane di bin gefên dagirkeriyê Tirkiyê de ne. Lê li aliyekî din de jî di bin dorpêça Rejîma Baas de ne. Rûxmî bi tu avayî mafê dorpêç kirina rejîma Sûrî li ser gelê me yê herêmî nîne jî, lê di vê rewşa mirovî de rejîma Sûrî dest ji polîtîkayên xwe yên teslîm girtinê bernade. 

Ji ber ku ti hêz li hemberî rewşa ku gelê me jiyan dike, bi rêgezên mirovî berbirsyartiyên xwe  bi cih nayne. Em weke gelekî ku me biryara qedara xwe diyarkirinê daye. Em ê cardin birînên xwe bi hêza xwe yê cewherî derman bikin. Dubare ji malbatên qûrbaniyan û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

(cx)