Parlamenterên HDP'ê: Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye

Parlamenterên HDP’ê di çalakiya xwe ya li ber parlamentoya Tirkiyeyê de diyar kir ku "Zilm û zordariya ku li Îmraliyê dest pê kir, li seranserê welêt belav bûye."

Parlamenterên HDP'ê: Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye
23 ÇILE, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, 23 roj li pey xwe hiştin.

Parlamenter Alî Kenanoglu, Zeynel Ozen, Şevîn Coşkûn, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, Abdûllah Koç û Habîp Eksîk tev li çalakiya îro bûn.

Alî Kenanoglu daxuyanî da û got: "23 roj e li dijî tecrîdê em di nobeda edaletê de ne. Tecrîd îzolekirina ji cîhanê ye. Ji ber vê kiryara ku li Girava Îmraliyê li ser Birêz Ocalan û girtiyên din tê ferzkirin, em di nobedê de ne. Gelek aliyên vê tecrîdê hene. Yek ji van aliyê hiqûqî, ya duyemîn aliyê mirovî û ya sêyemîn jî aliyê xwe yê siyasî ye. Ev hersê aliyên mijarê dikarin bi berfirehî bêne vegotin. Ji aliyê hiqûqî ve tiştekî bi vî rengî heye; Li gorî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Mafên hiqûqî yên girtiyan hene; mafê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re, têkilîdanîna bi xizmên xwe re. Ev maf têne astengkirin. Lewma sûcekî hiqûqî tê kirin. Hevdîtina girtiyan a bi malbat û parêzerên wan re tê astengkirin. Lewma li Girava Îmraliyê Destûra Bingehîn û qanûnên Komara Tirkiyeyê bi cih nayên anîn."

Kenanoglu wiha dewam kir: "Ya duyemîn aliyê mirovî ye. Tecrîd dûrxfistina ji civakê ye, lewma kiryareke li dijî mirovahiyê ye. Li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Tecrîd di heman demê de êşkence ye. Lewma li Îmraliyê êşkence li Birêz Ocalan û girtiyên din tê kirin. Êşkence hem li gorî destûra me ya bingehîn hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Aliyê din ê girîng jî sedemên siyasî ye. Tecrîd ji ber sedemên siyasî tê ferzkirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser sedemên siyasî jî pirsgirêka Kurd tê de dibînin. Di bingeha vê de jî pêşîgirtina li çareseriya pirsgirêka Kurd û înkarkirina Kurdan heye. Tecrîd ne tenê li ser şexsekî tê ferzkirin, ji ber ku aliyekî xwe yê siyasî heye. Kesê ku tecrîd lê tê ferzkirin kesekî ji rêzê nîne. Ji ber wateya xwe, tecrîd li ser gelê Kurd û tevahiya civaka Tirkiyeyê tê ferzkirin."

Kenanoglu destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê siyaset asayî bibe, rewşa aborî asayî bibe divê tecrîd bê rakirin û got: "Divê pêşî li hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbatê û parêzeran re bê vekirin."

Parlamenter Alî Kenanoglu destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, li gorî qanûnan û destûra bingehîn divê tavilê bi dawî bibe û xwest derfetên hevdîtina bi malbatan û parêzeran re bêne afirandin.