​​​​​​​Xebatên rizgarkirina qurbaniyên avahiya hilweşiyayî bi dawî bûn

Tîmên rizgarkirinê ragihand ku xebatên derxistina qurbaniyên avahiya li Şêxmeqsûdê hilweşiyayî bi dawî bûne. 18 kes ji bin enqazan hatine derxistin, ji wan 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar in.

​​​​​​​Xebatên rizgarkirina qurbaniyên avahiya hilweşiyayî bi dawî bûn
23 ÇILE, 2023   10:16
HELEB-MIHEMED EBDO

Piştî 30 saetan, tîmên rizgarkirinê ragihand ku xebatên derxistina kesên di bin xirbeyên avahiya hilweşiyayî de, bi dawî bûne. Di xebatên rizgarkirinê de, 18 kes hatibûn derxistin, ji wan 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes bi birîndarî hatibûn derxistin.

Piştî ku peywendî bi kesên filitîne û malbatên qurbaniyan re hat kirin, hat tekezkirin ku hemû kesên di bin enzaqan de mabûn, hatine derxistin, bi vê yekê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin rawestandin.

Mazlûm Heleb ku ji berpirsên xebatên rizgarkirinê û rakirina enqazan bû, destnîşan kir ku ew bi kesên rizgar bûne û malbatên qurbaniyan re ketine peywendiyê da ku nasnameyên kesên asê mabûn, diyar bikin û destnîşan kir ku herî dawî cenazeyê Subhî Carûr beriya çend saetan ji bin enqazan hatiye derxistin.

Yek ji welatiyên ku beşdarî xebatên rizgarkirinê bûye Arif Elîko jî destnîşan kir ku ew bi ruhê berpirsyariyê xizmeta şêniyan dikin û di rewşên giran de ew hevgirtî ne.

Piştî ku xebatên rizgarkirinê bi dawî bûn, tê payîn ku enqaz bên rakirin.

(cx)

ANHA