Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan ji saziyên navneteweyî re peyam hat şandin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê têkildarî binpêkirinên li dijî rêber Ocalan ji saziyên navneteweyî re peyamek şand û banga bidawîkirina tecrîda girankirî kir.

Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan ji saziyên navneteweyî re peyam hat şandin
23 ÇILE, 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li djiî rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY`ê (OHCHR) Volker Turk, sekretera giştî ya Meclisa Ewropayê Maria Bejenovic Boric û sekreterê giştî yê NY`ê Antonio Guterres re peyamek şand.

Li gorî însiyatîfê tê payîn ku kopiyeke peyamê îro radestî Boruya Hiqûqî ya Sedsalê bê kirin û dê piştre rasterast radestî her aliyan bê kirin.

Ev zêdetirî 22 meh e agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Rewşa li Îmraliyê wek “rewşeke xeternak û awarte” tê binavkirin.

(cx)

ANHA